Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin

  • rojane
  • 11:17 20 Tebax 2021
  • |
img
EDENE - Di rapora ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve li ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan rû dan amadekirin de, hat destnîşankirin ku li girtiyan tê xistin û lêgerîna tazî ferzî wan dikin.
 
Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxarên Çukurova (TUAYDER Çukurova), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, di 18’ê Tebaxê de, hevdîtin bi Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê dimîne û Mehmet Erdem, Sedat Karak û Veysî Altan ên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû Mereşê dimînin re kirin û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de, rapor amade kirin.
 
Di encama serlêdanên girtiyan ên ji rêxistinên mafên mirovan re, yên derbarê binpêkirina mafên wan ên li girtîgehê de raporek hat amadekirin.
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Mehmet Emîn Ado, Zafer Bahadir, Omer Tolûk Mûstafa Ozer ên li qawîşa A-30 a Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê dimînin, di 9’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sîrgûnî vê girtîgehê hatin kirin. Derbarê van girtiyan de, ev agahî di raporê de, hatin rêzkirin: “4 girtî di ketina girtîgehê de, rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Ji ber ku girtî lêgerîna tazî qebûl nakin, ji aliyê gardiyenan ve tên derbkirin. Dema ku girtî dikevin korîdorê, rêza eskerî ferzî wan tê kirin. Ji ber ku girtiyan di 12’ê Tebaxê de, di korîdorê de, rêza eskerî qebûl nekirin, rastî êriş û heqaretên gardiyenan hatin. Ji ber ku girtiyan pêkanînên xwe ferzkirinê qebûl nekirin, der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Girtî ji bo ku rapora derbkirinê bigirin xwestin biçin revîrê. Lê ev daxwaza wa bê bersiv hat hiştin. Di serde jî sergardiyan ji girtiyan re gotiye ‘Ez Xwedayê vê derê me. Ez çi bêjim hûnê wê bikin.’ Bi vî awayî gef li girtiyan xwariye.”
 
DARB
 
Di 17’ê Tebaxê de, ji Şaxa ÎHD’ê ya Edenê parêzerek hevdîtinê bi girtiyan re dike. Gardiyan piştî hevdîtinê girtiyan ji bo rapora lêdanê bigirin, ji odeyan derdixin. Lê girtî di korîdorê de rastî tundiya gardiyenan tên. 
 
Di dewama raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Gardiya, girtiyên dibin revîrê li pêş çavê bijîşkan derb dikin. Bijîşk bêdeng dimîne û di rapora amade dike de jî, qet behsa lêdana girtiyan nake. Li girtîgeha ku girtî hatin veguhastin, eşya, belge, radyo û kincên wan ji aliyê gardiyanan ve hatin desteserkirin. Tenê 3 pirtûk dane girtiyen. Li qawîşên girtiyan heftiyê carekê lêgerîn tê kirin. Parêzeran diyar kirin ku di hevdîtina bi girtiyan kirin re de, hîna şopa lêdanê li ser canê girtiyan hebû.” 
 
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ
 
Li Girtîgeha Turkoglû, lêpirsîna dîsîplînê li girtiyên ketin greva birçîbûnê hat vekirin û di encama vê lêpirsînê de ceza li girtiyan hat birîn. Di beşa raporê ya derbarê Girtîgeha Turkoglû de jî, wiha hat gotin: “Rayedarên girtîgehê, daxwaza girtiyan a guhertina qawîşê qebûl nakin. An jî li gorî xwe diyar dike. Girtiyên ku qawîşên wan hatine guhertin jî, ji hev dûrin û bi tu awayî agahiyê  ji hev nagirin. Sedat Karak ê ku diviyabû di 28'ê Tîrmehê de bihata berdan, ji ber rapora neyînî ya rêveberî û heyeta çavdêriyê nehat berdan.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

20/08/2021
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin