MÊRDÎN - Li Qoserê, karkerekê Sûriyeyî ket valehiya asansora înşaetekê û jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Yenîkent a navçeya Qoserê ya Mêrdînê, karkerê ji Sûriyeyê Şerîf Henderî yê di înşaetê de dixebitî, ket valehiya asansorê. Hevalên wî derbarê bûyerê de agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, dest nîşan kirin ku Henderî jiyana xwe ji dest daye.
Ekîban, dûre cenazeyê Henderî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.