ÎZMÎR - Elîf Terzîler a 16 salî ku bi awayek ji ser hişê xwe çûyîbû û danîne ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Îzmîrê Elîf Terzîler (16) ku bi awayek ji ser hişê xwe çûyîbû danîn ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecîk a Îzmîrê. Terzîler bi otomobîlek plakaya wê nayêzanîn danîne ber nexweşxaneyê. Tevî hemû mudaxileyan jî Terzîler jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina bi guman lêpirsîn hat destpêkirin.