RIHA - Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Amedê Hasan Eroglû, serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna edaletê dide kir û got: “Ji vê bêedaletî û bêhiqûqiyê re êdî bese. Daxwaza malbatê daxwaza me ye. Em dixwazin edalet bê bicihanîn.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adarê de, da bû destpêkirin dewam dike. Serdan û piştgiriyên ji bo çalakiya malbatê jî didomin. Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya Herêma Amedê, malbata Şenyaşar a di çalakiyê de bû ziyaret kir.
Nûnerê Herêma DÎSK’ê ya Amedê Hasan Eroglû, di serdanê de axivî û wiha got: “Li dijî malbatê, bêhiqûqî û bêwijdaniyek mezin heye. Daxwazên malbatê nayin bi cih anîn. Ji vê bêedaletî û bêhiqûqiyê re êdî bese. Daxwaza malbatê daxwaza me ye. Em dixwazin edalet bê bicihanîn.”
Şandeyê heya demekê, bi malbatê re nobet girt û dûre ji cihê çalakiyê veqetiya.