COLEMÊRG - Şewata daristanê ya beriya 4 rojan li navçeya Şemzînanê dest pê kiribû xwe bi xwe vemirî.
Şewata di 15’ê tebaxê de li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê derketibû, piştî 4 rojan xwe bi xwe vemirî. Di şewatê de bi hezaran dar şewitîn.
Gundiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku ji aliyê rayedaran ve xebatên cemidandinê nehatine kirin û bi fikarin ku careke din şewat dest pê bike.