* P.Z. ku 6 sal berê ji bêgavî ji Afxanistanê koçî Tirkiyeyê kir, anî ziman ku tiştên li welatê wê diqewimin bi tirs û xof temaşe dike. P.Z., destnîşan kir ku di dema koçberiyê de qaçaxçiyan xwestine keça wê ya 8 salî bifiroşin û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî Talîbanê bisekinin."
* Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca êrîşa TSK'ê ya li hemberî Şengalê wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir û liberrabûna van êrîşan, qebûlkirina xweseriya Şengalê û piştgiriya ji bo peywwira mirovahiyê ye.
* Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê Seda Berekatoglû, anî ziman ku li Amedê hejmara jinên derî tomarkirinê tên şixulandin ji sedî 9 e û piraniya van jinan karên nav malê dikin. Berakatoglû, bilêv kir ku ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav hêza karî bibin.
* Esnafên pîşesaziyê yên Sînopê, anîn ziman ku ji ber lehiyê pir xisirîne û xwestin wezîr divê ne bi gotinê, di pratîkê de hin tiştan bikin û piştgiriya esnafan bikin.
* Karkerên Bel Karperê, anîn ziman ku doza mafên xwe dikin û gotin: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn."
* Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê Selahattîn Guvenç, bal kişand ser êrîşên li ser penaberan û gelên din û destnîşan kir ku ev êrîş bi destê dewlet û îqtidarê tên birêxistinkirin.
* Malbata Şenyaşar wê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 166'emîn de dewam bike.
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê, wê derbarê "Mîtînga Aştiyê 1'ê Gulanê" ya di 1'ê Îlonê li bajêr li dar bixe de, daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 856'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)
* Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)
* Parêzvanên mafên mirovan, wê li Enqerê û Îzmîrê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaz bikin ku bên berdan. (12.00-13.00)
* KCD, TJA, DBP û HDP di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de dê li pêş avahiya Rêxistina HDP'a Şirnexê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar hevdîtina gel were lidarxistin. (13.00)
* Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê, wê panela "Di Îslamiyetê de Maf û Edaletê" li Wanê li dar bixe. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê, starta Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê ya ku 3 rojan dewam bike, wê li Wanê bide.(13.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê çalakiya Rûniştina F a 491'emîn bi onlînê li dar bixe. (13.30)
* Şandeya ji KCD, TJA, DBP, HDP, Çukurova TUAYDER û AYKAYDAR'ê pêk tê, wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de li Edenê bi gel re bên gelhev. (18.30)