NAVENDA NÛÇEYAN- Li herêma Metîna ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê, TSK’ê di nava 4 mehan de nekarî pêş bikeve û her ku diçe windahiyên eskerî zêdetir dibin. Ji ber windahiyên eskerî zêdetirî 200 cerdevanan îstîfa kirin.
Operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên di 23’yê Nîsanê de, li qadên Zapê, Metîna û Avaşînê yên girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê hem bejahî û hem hewayî hatin destpêkirin, dewam dikin.
Di operasyona ku ji Çiyayê Cûdî heta sînor ê xeta Heftanîn û Metîna dewam dike de, di rojên dawî de, gelek esker hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku pevçûnên herî dijwar di 4 mehên dawî de li herêmê rû dane û qadên Zinara Kestel, Mizorê, Hirorê û Derarê yên herêma Metîna bi tevahî bûne qadên şer û pevçûnan.
CERDEVANAN PÊŞ DE DIŞÎNIN
Çavkaniyên herêmî, dest nîşan kirin ku şer û pevçûnên ji 17’ê Tebaxê û vir ve dijwar bûne, piştî windahiyên TSK û komên girêdayî wê zêde bûne, hatiye xwestin ku cerdevanan bixin dewrê. Çavkaniyan, da zanîn ku li navend û navçeyên Qilaban, Elkê û Hezexê yên Şirnexê cerdevan hatine kom kirin û ji bo ku kemînan danin pêş de hatine şandin. Hat, diyarkirin ku piştî şerê 17’ê Tebaxê û zêdebûna windahiyên eskerî zêdetirî 200 cerdevanan îstîfa kirine.
LIV Û TEVGERA HELÎKOPTERAN
Hat diyarkirin ku li gundê Elemûne yê girêdayî Qilabanê ku dikeve navbera navçeya Qilabanê ya Şirnexê û navçeya Çelê ya Colemêrgê ku yek ji navendên fermandariya operasyonê ye, berê roja 5-6 caran top dihatin avêtin, lê di rojên dawî de ev avêtina topan derketiye 20’an. Hate, destnîşankirin ku liv û tevgera helîkopteran jî di rojên dawî de bi avêtina topan zêde bûye. Hat hînbûn ku di pêvajoya dawiyê de herî kêm 12 helîkopterên Skorsky û 2 helîkopterên kobra timî li ser herêmê digerin.