* Xizmên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne gotin, "Daxwazên wan daxwazên me ne" û xwestin xizmên girtiyan hemû bên cem hev du û dengê xwe bilind bikin.
* Serokê ÎHD'a Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş, anî ziman ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa T'yê girtî bi awayekî sîstematîk bi muameleyeke xirab re rû bi rû dimînin û got: "A tê kirin sûc e."
* Nûnerên rêxistinên jinan ku li dijî xetereya Talîbanê ji bo piştevaniya bi jinên afxan re bang kirin, anîn ziman ku berpirsiyarê tahde û komkujiyên gengaz welatên emperyalîst in.
* Malbata Buyum ku li Sûrê dijî, li hemberî xizaniyê li ber xwe dide. 7 meh in der û cînar alîkariya malbatê dikin.
* Piştî Şûraya Dewletê projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin betal kir, Meclîsa Giştî ya Bajêr vê carê plana îmarê guherand û careke din rê li ber qetilkirina xwezayê vekir.
* Jina afxan Meryam ku li Tirkiyeyê dijî, diyar kir ku ji kes Talîbanê nas nake li Afxanîstanê têkoşiayne û Fatma jî destnîşan kir ku dê jin tu carî dev ji têkoşînê bernedin.
* Piştî lehiya li Ayancikê ku 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 6 kes winda ne, ji bo navçeyê ji nû ve rakin ser pêyan, koma piştevaniyê ava kirin.
* Ji ber hişkesaliyê û bihabûna fiyetên ka û giya, rojên zor û zehmet li benda sewalvanan e.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 167’emîn de berdewam bike.
* Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinan ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP'ê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de wê berdewam bike. (11.00-16.00)
* Meclîsên Jinan ji bo piştevaniya jinên Afxanistanê li ber Sefaretxaneya Afxanistanê ya li Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî bidin. (14.00)