NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîtek din a sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 welatiyên ji Musilê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin balafirên şer yên Tirkiyê wesayîtek din a sivîlan li gundê Bankê ya bi ser Batufa Dihokê ve bombebaran kirine.
Li gorî nûçeya ajansa Roj Newsê; di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed Şakir (40) û Yusif Umer (26) ku xelkê Musilê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan Yusif û Ehmed beriya 2 rojan bi malbata xwe re ji bo geştiyarê serdana Batûfayê kiribûn.