MÊRDÎN - Li 11 gundên bi ser navçeya Midyad û Nisêbînê ve ji ber Kovîd-19’ê hatin karantînekirin.
Ji ber li hin bajaran rêjeya aşîkirina koronayê kêm e, pêketiyên koronayê jî zêde dibin û dibe sedama belavbûnê. Ji ber vê yekê sepanên karantînayê jî berdewam dikin. Li 10 gundên bi ser navçeya Midyada Mêrdînê û li gundek bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve bi giştî 11 gundan ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê hildan karantînayê.
Gundên Midyadê ku hatine karantînekirin wiha ne: Heştirek, Dalîn, Ebşî, Kerşafê, Dêrizbin, Bahwarê, Kindîrib, Kefarxelo û Mizîzexê. Heta 7’ê îlonê dê biryara sepana karantînayê li ser van gundan be.
Li gundê Tilyakûp ê bi ser Nisêbînê ve jî biryara karantînayê hat girtin.