Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye

  • rojane
  • 09:07 25 Tebax 2021
  • |
img

ENQERE - Girtiyên nexweş Mehmet Alî Çelebî ku pençeşêr lê peyda bûye û felcî bûye, ji ber tenduristiya xwe hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye. Malbata wî ragihand ku Çelebî zihîf bûye, bûye 56 kîlo û xwest bê berdan. 

Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Blû ya Tîpa F'yê ew anîne Girtîgeha Sîncan a Enqereyê ya Jimare 3 ya Tîpa T'yê, her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Nêzî 15 roj berê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê teşxîsa pençeşêrê lê hatiye danîn û ji ber felcî bûye çavên wî nabînin. Her wiha tansiyona zêde û nexweşîna gurçikan jî pê re heye. Çelebî ku nikare bi tena serê xwe bijî, hefteyê 3 rojan dikeve makîneya diyalîzê û 2 rojan jî kemoterapî dibe. Parêzvanên mafên mirovan û malbata wî, dixwazin Çelebiyê 28 sal in girtiye bê berdan. 
 
Bira Aydin Çelebî, behsa hevdîtina dawî kir: "Rewşa wî pir xirab e û bi dîwar digire û dimeşe. Gava wî anîn cihê hevdîtinê, gardiyan ketibûn milê wî. Gava hevdîtin qediya, cardin gardiyan ketin milê wî û ew birin. Ji ber felca ser çavan, rewşa wî pir xirab bûbû. Bi zorê diaxivî. Çavên wî nabînin, guhên wî nabihîsin. Nemaye. Got, bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne û nikare tevbigere. Got, 'min bişînin Girtîgeha Bolûyê.' Min jî jê re got, ji bo tedawiyê ew anîne Enqereyê. Li vir hefteyê 5 rojan diçe nexweşxaneyê." 
 
DAXWAZA MALBATÊ 
 
Bira Çelebî ku got "Her hal dê cenazeyê wî bidin me" got: "Nikare di girtîgehê de bimîne. Bila cezayê xwe yê mayî jî li malê derbas bike. Ma nabînn? Hema bibêje miriye. Kesekî ku nikaribe li ser pêyan bisekine, dê zirara wî bigihê kê?" 
 
Çelebî ji bo rewşa birayê xwe bang kir û got: "Em li Stenbolê dimînin. Çûnhatina me ya Enqereyê zehmet e. Li cem me be, dê fêda me bigihê. Moralê wî nemaye. Hepsa malê jî dibe, bes bila ne girtîgeh be." 
 
30 KÎOO ZIHÎF BÛYE 
 
Xwarzê Fîlîz Çelebî ku wasiya Çelebî ye, anî ziman ku herî dawî berî pandemiyê xalê xw edîtiye û ji 86 kîloyan bûye 56 kîlo. Çelebî, bilêv kir ku nû pê hesiyane ku xalê wê bi pençeşêrê ketiye û got: "Nikare bi tena serê xwe bijî. Ji ber pandemiyê me tim bi telefonê bi hev re xeber dida. Min ferq dikir ku her diçû zimanê wî giran dibû. Di axaftina dawî de min got, 'Xalê ez fêm nakim.' Nedihat fêmkirin. Got, bi tena serê xwe nikare bimîne, li Girtîgeha Bolûyê kesek li cem wî dima, lê li vira bi tena serê xwe nikare tevbigere." 
 
Çelebî, anî ziman ku ser çavê xalê wê felcî bûye û gava radikeve jî çavên wî nayên girtin û got: "Di rewşeke wiha de ne pêkan e di girtîgehê de bimîne. Em dixwazin cezayê wî bê taloqkirin. Li malê be dê çêtir be. Dê di warê moral de jî baştir be." 
 
ÎHD'Ê JI BO ÎNFAZÊ DU CARAN SERLÊDAN KIRIYE 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen jî anî ziman ku ji bo taloqkirina înfaza Çelebî du caran serî li Wezareta Dadê dane, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin û got: "Ne mimkun e ku bi tena serê xwe bijî. Em nizanin pençeşêra wî ya kîjan astê ye. Me bihîst hê tehlîlên wî temam nebûne. Me ji bo raporê jî serlêdan kir." 
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku di Girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin bi tena serê xwe bijîn û got: "Teqez divê li cem malbatên xwe tedawî bibin." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

25/08/2021
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’