Pasûr û gundên wê bêav in

  • rojane
  • 09:04 27 Tebax 2021
  • |
img

AMED - Li Pasûrê û 33 gundên wê, di warê avê de pirsgirêk hene. Li navçeyê rojê 2 saet û nîvan av tê berdan. Welatî li benda helkirina pirsgirêkê ne. 

Li navçeya Pasûr a Amedê û gundên wê pirsgirêka avê heye. Bi taybetî li 33 gundên herêma Hewidanê û li navenda navçeyê pirsgirêkeke pir cidî heye. Li gundên ku debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin di 15 rojan de tenê 2 saetan av tê berdan û li navenda navçeyyê jî rojê 2 saet û nîvan tê berdan. 
 
‘15 ROJAN CAREKÊ BERDIDIN' 
 
Li gundê Şêxbûba Mehmet Şah Çaçan, anî ziman ku DÎSKÎ ji bo vê pirsgirêkê tiştekî nake û got: "15 rojan carekê av tê. Gav tê jî ne 24 saetan, tenê çend saetan e. 70 mal hene, 2-3 depo hene. Tenê 40-50 ton av berdidin, ev jî têra me nake. Ji ber vê hewanên me û mirovên me avê vexwarinê peyyda nakin. Zivistanê jî heman pirsgirêk heye, lê ji ber ku baran dibare ne wekî havînê ye." 
 
Çaçan, diyar kir ku li baxçe bîra wî heye û bîrê tije av dike. Çaçan, anî ziman ku bêhn ji ava bîrê tê, lê ji bêgavî vedixwin. Çaçan, da zanîn ku depoya li gund tê gundiyan nake û got: "Em pri mexdûr in û dixwazin ev pirsgirêk rojek berî rojekê bê çareserkirin. Ên heywanên wan û baxçeyên wan hene, ava sondajê bi kar tînin. Mirov nikare bi ava şebekeyê tenê baxçeyan av bide. Em paqijiyê bi vê avê dikin û xwarinê jî bi vê avê çêdikin." 
 
BERSIVA DÎSKIYÊ
 
Çaçan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk telefonî midûrê DÎSKÎ'yê kiriye, lê belê midr jê re gotiye "Min nerihet neke. Ez heya êvarî xebitîme." 
 
DIXE QUŞXANEYAN
 
Li gundê Havingê jî Seray Yildiz, diyar kir ku ava 15 rojan carekê tê dixe metere û quşxaneyan û got: "Em hindikî bi kar tînin. Paqijî, serşûştin, kinc, firaq û xwarin hemû bi avê tên kirin." 
 
‘HEMÛ DERÎ GIRTINE' 
 
Şêniyê Havingê Siddik Yildiz jî, destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a herêma wan av e û got: "Ji bo vê tu derî neman me lê nexist, lê deletê hemû girtin. Em biçin jî kes guh li me nake. Kes li halê me napirse. Beriya qeyûm ji bo van pirsgirêkan me bi rihetîs erlêdan dikir, me derdê xwe dianî zimên. Wan jî dipirsî. Wê çaxê jî pirsgirêk hebû û me bi rihetî digot ava me tune ye. Lê hikûmeta niha li halê me napirse. Derî jî li me venakin. Ji ber ku dizanin em ne alîgirên wan in guh li me nakin. Erdçn me hene, lê em nikarin tiştekî bikin. Ciwanên me li vir nasekinin. Av tune be, jiyan jî û aramî jî tune ye." 
 
DISTÎNIN
 
Li gundê Zileka Xirabê Şahîn Çelîk jî got: "Ji bo 20 malan depoyek heye. Her mal herî kêm divê 4-5 ton avê hilgire. Ev jî xweşikî nayê. Heger bihatana qet nebe me yê 15 rojan îdare bikira. 2 saetan berdidin û tew hin mal hene naçe cem wan. Lewma em bi tankêran avê dikirin. Kes guh li daxwaziyên me nake." 
  
LI NAVENDA NAVÇEYÊ JÎ PIRSGIRÊK HEYE 
 
Li navçeya navendê jî pisgirêk heye. Rojê tenê du saet û nîvan tê berdan. Welatî avê ji Mizgefta Merkezê dikişînin. 
 
ÎDIAYA DÎSKIYÊ
 
Midûrê DÎSKÎ yê Pasûrê Melîh Îpek jî diyar kir ku ji ber hişkesaliyê pirsgirêka avê heye. Îpek, derpêç kir ku ji ber ku navçe biqelaç e av naçe hin navçeyan û wan ev pirsgirêk hel kiriye. Îpek, îdia kir ku welatî bi agahiyên şaş û derea dixwazin manîpule bikin û got: "Telefona min bi şivanê gund re jî heye. Gava pirsgirêkek hebûna, dê bihatana cem min. Li vir du kom hene, tim manîpule dikin û dibêjin 'ava me nayê.' Qethiyen pirsgirêka avê tune ye." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

28/08/2021
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire