* Li Dîlokê Asya Ozmen a 70 salî, kurekî wê bi awayekî kiryar nediyar hatiye kuştin, bûkek wê hatiye girtin û 2 kurên wê jî girtî ne. Bala Ozmenê li ser zarokên wê yên di greva birçîbûnê de ne.
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn, anî ziman ku şert û mercên li girtîgehan her diçe girantir dibin û ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan bang kir.
* Waniyan nerazîbûna xwe ya ji bo helwestên nîjadperest ên li hemberî kurdî anîn ziman û li dijî an êrîşan bang kirin ku her kes bi zimanê xwe yê zikmakî û bi çanda xwe bijî.
* Aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica ku ji bo Mîtînga Aştiyê bang kir, anî ziman ku li dijî tarîtiya şer û aloziyê ya feraseta serdestiya mêr, ji bo aştî û azadiyê têdikoşin.
* Esnafên Kemalpaşayê ku ji ber krîza aborî û girtina deriyê sînor zehmetiyê dikişînin, ji ber ku alîkariya wan nayê kirin yek bi yek dikanên xwe digirin.
* Bi hinceta "qada xetere" tê xwestin ku Taxa Fîskaya û Ferîtkoşkê bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin taxên wan bên xerakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî anîn ziman ku armanc guherandina sosyolojiya bajêr e.
* 7 malbatên Asûrî-Suryanî yên li gundê xwe yê li quntara Çiyayê Cûdî ku di salên 90'î de bi zorê hat valakirin vegeriyan, jiyana li vir ji nû ve zindî kirin.
* Dîrokzan Mehmet Bayrak, anî ziman ku hêzên kurd ku ji Peymana Lozanê heya niha bi destê siyaseta înkar û tunekirinê li hemberî hev du şer dikin, êdî divê dersê ji dîrokê bigirin û yeqîniya xwe bi hêza xwe ya xweser bînin. Bayrak, ji bo dorfirehkirina deskeftiyan jî got: "Ji bo kurdan hêza yekbûyî bivênevê û pêwîst e."
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 173'yemîn berdewam bike.
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 857'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)
* Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)
* Parêzvanên mafên mirovan, wê li Enqerê û Îzmîrê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaz bikin ku bên berdan. (12.00-13.00)
* Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, wê di meha 116'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê çalakiya Rûniştina F a 492'yemîn bi onlînê li dar bixe. (13.30)