AMED - Şandeya ÎHD’ê ya bi Sonûç Gurdegîr ê 10 roj in di bin çavan de tê girtin re hevdîtin kir, aşkera kir ku derbarê îşkence û mûameleya nebaş de danîşanên şênber tespît kirine.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), duh aşkera kiribû ku îşkence li Sonûç Gurdegîr ê Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku di 24’ê tîrmehê de di serdegirtina maleke li Stenbolê de hatibû binçavkirin, hatiye kirin. Şandeya ji Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê Abdulah Zeytûn, endamên lijneya rêveberiya komeleyê Prz. Yakup Guven û Prz Ercan Yilmaz pêk hat bi Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, Serokê Baroya Çewlikê, Gurdegîr ê li Miduriyeta Polîsan a Çewligê tê girtin û malbata wî re hevdîtin kir.
DANÎŞANÊN ŞÊNBER HATIN TESPÎTKIRIN
Di daxuyaniya ji aliyê komeleyê ve hat aşkerakirin de cih da van tespîtan: “Malbata S.G. yê di bin çavan de îşkence û muameleyeke nebaş lê hatiye kirin di 24’ê tebaxê de serî li saziya me dan û diyar kirin ku bi anîna S.G. ya Çewlikê re 5 endamên malbatê bi îşkence û muameleya nebaş hatine binçavkirin. Bi armanca îdia bên lêkolînkirin di 2’yê îlonê de şandeya ji serokê me Prz. Abdulah Zeytûn, endamên lijneya rêveberiya şaxa me Prz. Yakup Guven û Prz. Ercan Yilmaz pêk dihat bi Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, Serokê Baroya Çewlikê, Gurdegîr ê li Miduriyeta Polîsan a Çewlikê tê girtin û malbata wî re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtin û lêkolînan de danîşanên îşkence û muamleya nebaş hatin tespîtkirin. Ji ber vê yekê serlêdanên rapora ku em amede bikin û serlêdanên hiqûqî wê demekî nêzîk de bi raya giştî re werin parvekirin.”