NAVENDA NÇEYAN - Ji ber Kovid-19'ê di 24 seatên dawî de 269 kesên din mirin, 19 hezar û 391 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.
Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovid-19) ku rojane ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve têne eşkere kirin, di 24 saetên dawîn de 279 hezar û 063 test hatine kirin û 19 hezar û 391 pêketiyên nû hatine tespîtkirin. Hat ragihandin ku 269 kes ji ber koronayê mirin.
Li gorî tabloyê, hejmara kesên sax bûne 24 hezar û 289 e.