Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe

img

ŞIRNEX - Bavê Mîraç Mîroglu yê 7 salî ku li navçeya Hezexê wesayîta zirxî lê qelibî û wî kuşt axivî û wiha got: "Polîsê ku maşîneyê li Mîraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûme, lawik li min qelibî ye'. Zarok ne wesayîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe." 

Di 3'ê Îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî qelibî û wî di cih de kuşt. Bertekên malbata Mîroglû yên li dijî kuştina kurê wan didomin. Piştî dayika wî bavê Mîroglû Salîh Mîroglu jî derbarê kuştina kurê xwe û geşedanên herî dawî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'BI DÛÇERXEYÊ HETA DIKANÊ ÇÛBÛ'
 
Bavê Mîoglû Salîh Mîroglû, diyar kir ku maşineyên zirxî 24 seatan bi awayekî lez û bez li taxan digerin û wiha got: "Tişta ku min bihistî maşineya zirxî gelek bi lez derbas bûye. Mîraç nû ketibû 7 saliya xwe. Bi dûçerxeyê heta dikanê çûbû. Ajokarê polîs ku wesayîta zirxî diajot, dibêje, 'min hêdî ajotiye'.  Lê ne wisa ye ew ji 180'ê kêmtir ne hatiye. Divê mirovên xwedî hiş maşineyên zirxî  bi kar bînin. Ev wesayît 24 saetan li taxê digerin. Ev wesayît bi lez diçin. Ew rê ne rêya maşineyên zirxî ye. Zarokê min çû, bila zarokê kesekî din neçe. Tişta ku em ji rayedaran dixwazin ev e."
 
WALÎ POLÎS PARAST
 
Mîroglû, da zanîn ku Waliyê Şirnexê di hevdîtina xwe ya bi wan re de hewl daye ku polis weke bêsuc nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: "Walî ji min re got, 'dîmenê erebeyê li gel me hene û em dibînin ku erebe hêdî diçe. Heke wesayît hêdî hêdî biçûya, dê şimika zarokê min nefiriya ser banê. Zarok 11 metreyan hatiye kaşkirin. Bisqlêt bûye 4 perçe. Heke ku lawik ji aliyekî ve biketa, ew ê li erdê biketa. Heger bi gotina wan be şimikên Mîraç heta banê nedifiriyan û bisiqlêt jî nedibû 4 perçe. Ev wesayît di bin 180'yî de lez nekiriye. Ez bi xwe bi çavên xwe dibînim, her roj dibînim ku wesayîtên zirxî çawa ji taxê derbas dibin. Mesela, em rojê 3-4 caran eywana malê dişon. Ji ber ku yekser dibe toz. Bila êdî hêdî biçin. Di her rojê de herî kêm 50'î carî tên û diçin. Ji bilî rojê. Ew heya nîvê şevê digerin. Di taxê de çi digerin? Wekî din, wesayîta ku li Miraç xist, diçû qereqolê. Mirov bibêje ku bûyerek heye ji ber wê lez kiriye tişteke wisa jî tune ye. Qereqola polîsan li taxê ye. Li derdorê zarok hene, kal û pîr hene. Jiyana wan di xeterê de ye." 
 
ÎFADEYÊ POLÎS: ZAROK LI MIN QELIBÎ
 
Mîroglû, destnîşan kir ku îfadeyê polîs piştî 3 rojan hatiye girtin û ev titş got: "Li gorî tişta ku me bihistî îfadeyê polîs hatiye girtin. Polîsê ku Miraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûm, lawik li min qelibî'. Zarok ne wesaîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe. Ew dibêje, 'ez hêdî hêdî çûm, min dît ku wesayît lerizîye'. Ger wesayîtek zirxî lêxe, tenê ew wesayît dikare were hejandin. Ew wesayît  ne kêmî 10-15 tonî ye. Zarokê 7 salî çawa dikare wesayîta zirxî bihejîne?"
 
'KURÊ MIN ÇÛ BILA YÊ KESEKE DIN NEÇE' 
 
Bav Mîroglû, daxwaz kir ku kesên ku bûne sedema mirina kurê wî bi lez û bez bên girtin û ev tişt anîn ziman: "Tişta  ku ez dibêjim ew kesê ku bûye sedemê mirina kurê min divê were girtin. Bila ew were cezakirin. Ji ber ku ger neyê cezakirin, sibê dê xirabtir bibe. Gelek kes bi vî awayî diçin. Li vir gel xwe ji van wesayîtan diparêze. Kesên ku wesayîtên zirxî diajon li derdora xwe mêze nakin. Dema ku wesayît tê, ger zarokek li ser bisiqlêtê be an jî bimeşe divê raweste. Ew ji bo ewlehiya gel li vir in, lê ew zêdetir zirarê didin gel. Rayedaran gotin ku heta ji destê wan were ew ê bikin, lê daxuyaniya ku polîsan daye derew e. Ez dixwazim ev kes were cezakirin. Divê ew were cezakirin da ku kesek din neke. Ger kesek neyê cezakirin kesek din dê van maşineyan leztir bi kar bînin. Kurê min çû, bila yê kesekê din neçe." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

07/09/2021
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 283'yemîn de dewam dike
09:06 Cîranên malbata Mîroglu: Ewlehiya me û zarokên me tune ye
09:02 Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min
09:02 Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan
09:02 Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçiyê meclîsa xwe ava dikin
09:01 Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne
09:00 Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'AN
04/09/2021
20:30 Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin
20:16 Ji Amedê banga aştiyê: Em guh bidin dengê li Îmraliyê
19:51 Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
17:16 Girtiyê nexweş ê cezayê wî qediya nayê berdan
16:52 Miduriyê got ji bo mîtîngê 'polîs tuneye', lê bi hezaran polîs şandin daxuyaniyê
16:37 Li Sêrtê qezaya trafîqê
16:30 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar li malbata Mîraç geriya
16:21 Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye
16:13 Li Mêrdînê zilamê ku bi şert hat berdan hevjîna xwe qetil kir
16:07 Girtiyê nexweş Ayik ê rewşa wî giran dibe nayê berdan
16:06 Gergerlîoglû pirsa kujerên zarokên kurdan ên li ser kar kir
15:31 Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev
15:09 Tedawiya girtiyê nexweş Alici tê astengkirin
14:44 Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
14:35 Xwişka Bîlgînê ku 27 sal berê hat windakirin: Em ê pêşiya vê dozê bernedin
13:31 Dayika Mîhraç: Min ji polîsan pirs nekir ku çima ev tişt anîne serê kurê min
13:03 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir: Ev çerxeke çawa ye?
13:03 Ji ber di azmûnê de bi serneket întihar kir
12:39 Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
11:09 Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e
10:38 Bedêla nûçeyê: Ji 2 rojnamegeran 10 sal ceza û ji 4 rojnameran re jî doz
10:20 Li Tekîrdagê trênê li mînîbusê da: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
10:07 Uzum di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
09:53 Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da