ÎDLÎB - Wezareta Parastinê ragihand ku li Îdlîbê 2 esker hatine kuştin û 3 esker jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ragihand ku li Îdlîba ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ /El Nusra) de ye û noxteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê lê hene 2 esker hatine kuştin û 3 esker jî birîndar bûne. Wezareta têkildarî êrişa ku esker têde hatine kuştin agahî parve nekirin. Hat diyarkirin ku navê eskerên hatine kuştin wiha ne: Çawişên pispor ên piyade Mucahît Sinirtepe û Ramazan Demîr.