MERSÎN - Di saetên serê sibehê de cendirmeyan li Mersînê bi ser malan de girt û rêveberê ÎHD'ê Tahîr Tuyben binçav kirin.
Li navçeya Toroslar a Mersînê, di saetên serê sibehê de cendirmeyan bi ser malan de girt û Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersîn Tahîr Tuyben binçav kirin. Hat diyarkirin ku Tuyben bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medya sanal "Propagandaya rêxistinê" kiriye hatiye binçavkirin. Tuyben, li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Mersînê tê ragirtin.