* Cotkar Mehmet Tuzcu, diyar kir ku Çemê Goksuyê ku yek ji çavkaniyên ava Semsûrê ye û bi hişkesaliyê re têdikoşe, bi qenalan dibin Dîlokê. Tuzcu, da zanîn ku ew di bin avê de tî dimînin û got: “Ava Semsûrê didin Dîlokê û ava vexwarinê bi dorê didin gelê Semsûrê.”
* Koordînatora CÎSST’ê Bêrîvan Korkut, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de, pirsgirêkên weke kapasîteya zêde, paqijî, xwarin û gihîştina tenduristiyê li girtîgehan gihîştiye lûtkeyê û got: “Di heman demê de em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş ku dikin nagirin.”
* Kes an jî kesên ku li ser deriyê malbata Arici li Mêrsînê dimîne nivîsandina "Kurdê elewî bicihime” nivîsî nehat tespîtkirin. Malbatê got ew xwe bi ewle nabînin û ji bo zarokên xwe bi fikar in.
* Çalakiya legerîna "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar, wê di roja 189'an de dewam bike.
* Danişîna 22’yemîn a doza bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê kirin” û “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de hat vekirin, wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.(09.00-17.00)
* MEBYA-DER û MED TUHAD-FED wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê şahiya gel li dar bixe. (17.00)