'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'

  • rojane
  • 09:04 14 Îlon 2021
  • |
img

WAN - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş, bertek nîşanî nêzikbûna doza welatiyên ku li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatibûn avêtin da û xwest ku lêpirsîn demildest temam bibe û derbarê faîlan de doz bê vekirin. 

 
Leşkerên ku li navçeya Şaxê derketibû operasyonê, di 11'ê îlona 2020’an de welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribûn û piştî îşkenceyeke giran li wan kiribûn, ew ji helîkopterê avêtibûn. Ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin, Tûrgût piştî 21 rojan  jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin hê jî bi ser xwe ve nehatiye û di nav nivînan de ye. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê avêtina Tûrgût û Şiban a ji helîkopterê pêş nakeve. Hê jî li ser lêpirsîna vê bûyera ku li Tirkiye û dinyayê deng veda biryara nepeniyê heye. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş, bertek nîşanî vê nêzikbûna dosyaya Tûrgût û Şiban da û bang kir ku doz li kesên ku îşkence li Tûrgût û Şiban kirine vê vekirin. 
 
'BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'
 
Parêzer Mehmet Karataş, diyar kir ku di bûyera Tûrgût û Şiban de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye û wiha got: "Du welatiyên ku hatine binçavkirin bi lêdanê mebesta jiyana wan hatiye kirin. Di encama vê bûyerê de Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest daye û Osman Şiban jî nehatiye ser kewna xwe ya berê. Di vir de binpêkirina mafê jiyanê, îşkence û memeleya xerab heye. Di vê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî ku qebûl kiriye tevbigere û lêpirsînê bi awayekî lez bike û dozeke bibandor bi rê ve bibe. Lê li şûna vê salek e di dosyayê de nepenî tê domandin û tê gotin ku lêpirsîn tê berdewamkirin."
 
'JI BO VEŞARTINA BÛYERÊ BI SER ROJNAMEGERAN DE ÇÛN'
 
Karataş, bi lêv kir ku bi wan re qeneeta ku lêpirsîneke bibandor tê berdewamkirin çênebûye û ev tişt got: "Em di wê baweriyê de ne ku di vê bûyerê de lêpirsîneke bibandor nayê birêvebirin. Lewre rojnamegerên ku bûyerê kirin nûçe û ji raya giştî ya dinya û Tirkiyeyê re ragihandin hatin girtin. Nûçekirina vê bûyerê peywira rojnamegeran e. Ji bo veşartina vê bûyerê bi ser rojnamegeran de çûn. Ji ber ku mafê agahî girtinê yê gel parastin û bûyereke ku pêk hatiye bi belgeyan derxistin holê ji azadiya xwe hatin kirin, hatin darizandin û hê jî tên darizandin. Bi dozeke vala tên darizandin. Li vir binpêkirineke mezin a maf heye. Mafê agahî girtinê yê gel û mafê pîşeyî yê rojnamegeran hatin binpêkirin. Ji bo ku careke din rewşên wiha çênebin divê li şûna rojnamegeran darizandina faîlên bûyerên bê pêkanîn."
 
Di dawiya axaftina xwe de Karataş, bûyerê weke bûyereke xeternak bi nav kir û diyar kir ku divê bi polîtîkaya bêcezahiştinê nêzî bûyerê neyê kirin û derbarê faîlên bûyerê de bi awayekî lez lêpirsîneke bibandor bê kirin û demildest pêvajoya dozê bê destpêkirin.  
 
MA / Cemîl Ûgûr 
 

Sernavên din

14/09/2021
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin
14:27 Li Enqereyê Hevseroka HDP’ê hat revandin: Tu yê çavê xwe li Cerablûsê vekî
14:21 ‘Ocalan dengê azadî û çareseriyê ye’
14:06 Li 9 gundên qedexe lê hat ragihandin şewat derket
13:46 Li çoltera Hawêlê agir bi daristanê ket
13:45 Xizmên Windayan: Divê edalet pêk were û şîna me bi dawî bibe
13:44 Dayikên Şemiyê: Darbeya 12’ê Îlonê ku şerma dîrokê ye berdewam dike
12:42 Li Îdlîbê 2 esker hatin kuştin
12:03 Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine
11:56 Ava bendavê kêm bû û hestî derketin
11:46 Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e
11:33 Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide
11:18 TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
10:06 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk
09:52 Parêzerê doza helîkopterê: Dixwazin bi dirêjkirina demê delîlan reş bikin
09:52 Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 289'emîn de dewam dike
09:11 Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe
09:09 ‘Qeyûm parçeyek Plana Hilweşandinê ye’
09:08 Kizil ê di 12’ê Îlonê de li Hejmara 5'an girtîbû: Têkoşînê ez li ser piyan hiştim
09:06 Qezenca esnafan ji sedî 20’an daketiye ji sedî 2’yan
09:04 Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke
09:02 Tirkiye dixwaze penaberên Efxan li gundên vala kirine bicih bike!
09:00 Astengiya li pêşiya aştiyê: Pergala înfaza Îmraliyê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'AN
10/09/2021
17:03 Li Wanê xwendekarek hat girtin
16:57 Kesê ji doza malbata Dîrîl girtibû hat berdan
16:10 Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin
15:25 Komkujiya 10'ê Cotmehê di meha 71'emîn de ye
15:04 Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin
14:50 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî fihûş û tiryakê kampanya da destpêkirin
14:39 Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda