AMED - Di doza derbarê kuştina Recep Hantaş ê kaxezan berhev dikir de hat vekirin de daxwaza girtina polîsê bersûc hat redkirin.
Li navçeya Yenîşehîra Amedê polîsê bi navêr Kazim B. gule berdabû Recep Hantaş ê kaxezan berhev dikir û ew kuştibû. Derbarê polîs Kazim B. de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Polîsê bersûc ku ne girtî û parêzerê xwe Mustafa Demîr, birayê Hantaş Efe Hantaş û parêzerê malbatê Mehmet Oner di danişînê de amade bûn.
Polîsê bersûc parastina xwe kir û îdia kir ku wî gule bernedaye Recep Hantaş û gule berê erdê daye.
Parêzer Mehmet Oner xewst bersûc polîs Kazim B. were girtinê. Dadgehê daxwaza girtinê red kir û biryar da k udi 4’ê cotmehê de li cihê bûyerê kifş were kirin û danişînê taloqî 9’ê mijdarê kir.