NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 262 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 28 hezar û 118 kes jî pê ketin.
Li gor daneyên Covîd-19'ê yên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de 343 hezar û 142 test hatine kirin û 28 hezar û 118 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 262 kes ji ber Covîd-19'ê mirine û 32 hezar û 249 kes jî baş bûne.