* Endamê KNK'ê û endamê Komiteya Platforma Dijî Dagirkeriyê Azîz Mamlê, derbarê encamnemaya konferansa platformê û plana dagirkirina axa Kurdistanê de axivî. Mamlê got: "Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye. Ji bo me ya pêwîst yekhelwestî, yekzimanî û yekberxwedanî ye."
* Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Kaveh Hassanpour ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji ber zext û zoriyan j bêgavî terka welatê xwe kiriye, da zanîn ku ji sala 2017'an heya niha 14 jê siyasî 22 girtiyên kurd bi îşkenceyê hatine kuştin û ji sala 2018'an heya biha jî 20 girtiyên kurd hatine daliqandin.
* Waniyan diyar kir ku rêjeya betaliyê ji ya ku hatiye diyarkirin pir zêdetir e û destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkê hilbijartina pêşwext û rêveberiyeke nû ye.
* Îsmaîl Hiz ku piştî pêşketina teknolojiyê dev ji xeratiyê berda û niha tenê ji bo zarokan pêlîstokan çêdike, diyar kir ku eleqeya ji bo destkariyê kêm bûye.
* Çetîn Dogan, gava li Edîrneyê eskerî dikir komek eskerên nîjadperest êrişî wî kiribûn û ew birîndra kiribûn. Îdianameya derbarê vê êrîşa nîjaperest de hat amadekirin. Çendî bersûc li xwe mikur hat jî, di îdianameyê de ser "sûcê nefretê" hat nixumandin.
* Dadgeha Îsinafê, îttîraza ku ji bo cezayê pere û cezayê girtîgehê yê li 7 kesên nîjadperest ên li navçeya Seydîkemerê bi zorê peykerê Ataturk bi Îbrahîm Çay dabûn maçîkirin û ew linç kiribûn, hatibû birîn û hatibû kirin, red kir û biryaran “guncav” dît.
* Bi hatina payizê re wextê mehseran jî dest pê kir. Li navçeya Pasûrê ya Amedê gel dest bi amadekariyên ji bo mehseran kirin.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 193'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê dê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)
* TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê ji bo hevdîtina di 19'ê îlonê de li Stenbolê were kirin, dê li navçeyên Gazîosmanpaşa û Sûltangazî bi jinan re werin ba hev. (10.00 - 15.00)