ŞIRNEX- HDP'a Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derê ne" de li gundê Mehmedî û Karoxê gel ziyaret kir.
Kampanyaya “Em HDP’î ne, li her derê ne” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome.
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di çarçoveya kampanyayê de serdana gundên Cizîrê kir. Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê Sabahattîn Denîz û Sabuha Akdag, hevşaredarên Cizîrê yên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig, rêxistina HDP'ê ya Cizîrê û endam û rêveberên HDP'ê çûn gundê Mehmedî û Karoxê yên navçeya Cizîrê. Di serdanan de pirsgirêkên gel hatin guhdar kirin.