Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê

  • rojane
  • 09:00 19 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Dê di roja 200'emîn a nobeta edaletê de 200 parêzer piştgiriya Emîne Şenyaşarê bikin. Parêzerên ku dê kursiyê deynin, dê behsa têkoşîna hiqûqî mala Şenyaşaran bikin û dê ji bo hevdîtinê biçin cem serdozger. 
 
Dê heyeteke ku ji 200 endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Hevdem (ÇHD) pêk tên, di roja 200'emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê de piştgiriya malbatê bikin. 
 
"Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê her diçe didome. Dê di 24'ê Îlonê, 200'emîn roja nobetê de 200 parêzer biçin cem malbatê û daxwaza malbatê ya ji bo edaletê bilêv bikin. Serokên giştî yên OHD û ÇHD'ê jî di nav de bang li 20 baroyan hat kirin. Parêzerên ku dê di roja 200'emîn a nobetê de tevli nobeta edaletê bibin, dê li ber avahiya edliyeyê kursiyê denin. Piştî axaftina beşdaran û parêzerên malbatê, dê 200 parêzer bi hev re çalakiya rûniştinê li dar bixin û paşê heyetek ji bo hevdîtinê biçe cem Serdozgerê Komarê yê Rihayê ku hevdîtinê bi malbatê re nake. 
 
‘KOMKUJIYA SEREKE LI NEXWEŞXANEYÊ HAT KIRIN' 
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku beriya komkujiyê jiyaneke wan a aram hebû û got: "Beriya ev bûyer bê serê me, ne qereqol, ne dadgeh daxilî jiyana me nebûbûn. Parlementerekî îqtidarê ji bo gel biçewisîne, kargeha me kir hedef. Bi dehan kesan êriş anîn ser kargeha me. Ez û birayên xwe hemû bi giranî birîndar bûn. Êriş li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kirin. Parlementer Yildiz di dema êrişa li kargehê tune bû, lê organîzatorê sereke yê komkujiya li nexweşxaneyê Yildiz û birayê wî Celal Yildiz e. Derbarê tiştên li kargehê qewimîn doz hat vekirin û biryareke cihê nîqaşê ye, hat dayîn." 
 
Şenyaşar, bilêv kir ku birayê wî Fadil Şenyaşar ku zêdetirî 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye xweparastin kiriye, lê belê hatiye cezakirin û got: "Bi biryareke siyasî bi awayekî bêhiqûqî 37 sal û 9 meh ceza li birayê min birîn. Ji hêla din jî bi awayekî sembolîk 8 sal ceza li biraekî wekîl birîn. Komkujiya mezin li nexweşxaneyê hat kirin. Li ber çavên dêya min bavê min lînckirin û kuştin. 3 sal û 3 meh di ser re derbas bûn, lê hê jî lêpirsîn nehatiye kirin û li ser lêpirsîn biryara veşarî heye. Niha Serdozgerê Komarê sûcê li hemberî mirovahiyê dike." 
 
NOBETA EDALETÊ
 
Şenyaşar destnîşan kir ku Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 195'an de ye û got: "Lê ev têkoşîna me 3 sal in didome. Beriya em li vir rûnên em çûn Enqereyê. Me hevdîtin bi serokên giştî yên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û wezîran re kir. Her kes qebûl dike ku li nexweşxaneyê komkujiyek hatiyye kirin. Çendî rayedar hay ji vê komkujiyê hene jî, tiştekî nakin. Her kes jê direve. Bersiveka wan a hiqûqî tune ye ku bidin me. Êdî her kes hay ji vê komkujiyê heye. Ev komkujî tenê ne li hemberî me, li hemberî her kesî hatiye kirin. Rayedar gavina navêjin jî, lê lêgerîna me ya ji bo edaletê li bara gel chê xwe dîtiye. Rayedar dê nikaribin êdî xwe li bêdengiyê deynin." 
 
Her wiha Şenyaşar bal kişand ser zext û zoriyên di dema Nobeta Edaletê bi wan re rû bi rû mane jî. 
 
‘VÊ CARÊ DÊ SERDOZGER NIKARIBE XWE BIDE ALÎ'
 
Şenyaşar, ji bo piştgiriya ji bo nobeta wan jî bilêv kir ku her roj derdorên cuda tên serdana û têkoşîna ku bi du kesan dane destpêkirin her diçe mezintir dibe. 
 
Şenyaşar, bibîr xist ku hindik mayye 200 rojên çalakiya wan biqede û got: "Em ê di 24'ê Îlonê de tevî 200 parêzerî bang li hemû kesên xwedî wijdan bikin. Em ê doza hevdîtinê li serdozger bikin ku berê hevdîtin b-qebûl nekir. 10 serokên baroyan ku hatibûns erdana me doza hevdîtinê li serdozger kiribûn, lê belê daxwaza wan hatibû redkirin. Lê dê vê carê serdozger nikaribe xwe bide alî. Em ê tevî 200 parêzerî bibêjin an edaletê pêk bînin an jî îstifa bikin." 
 
SEMBOLA EDALETÊ
 
Şenyaşar bang li hemû parêzeran kir ku di 24'ê Îlonê de li bên ber Edliyeya Rihayê û got: "Her kes xwedî li doza me derket, lê ya ku dê vê zilm û bêhiqûqîtiyê ji holê rake parastin e. Dê kesên parastinê diparêzin, li ber vê zilmê xwe li bêdengiyê daneynin. Em ê bi wan re bin. Ez wisa bawer dikim ku dê di roja 200'emîn a nobeta me ya edaletê li cem me bin. Dêya min bû sembola kesên doza edaletê dikin. Her diçe nexweşînên wê zêde dibin. Êdî dêya min dixwaze li malê bi êşên xwe re rû bi rû bimîne. Heya birayê min ê girtî (Fadil) neyê berdan, dê dêya min nikaribe li ser êşa xwe hûr bibe. 3 sal û 3 meh in dêya min reş girêdaye, ji lew re hê jî komkujî bi destê darazê didome. Dêya min êdî dixwaze şîna xwe deyne. Lê nahêlin dêya min li ser êşa xwe hûr bibe. Em ê bi parastinê re ji vê re bibêjin êdî bes e. Gava ev têkoşîn biqede, dê ji bo hemû kesên doza edaletê dikin bibe têkoşîneke emsal." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

20/09/2021
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin