AMED - Kesekî ku karê boyaxkirina pêlavan dike li Farqînê hat binçavkirin.
Polîsan welatî Recep Gunduz ê li Farqînê bi karê boyaxkirina pêlavan debara xwe dike li qehwexaneyeke li ser Cadeya Gazî binçav kirin.
Hat hînbûn ku Gunduz ê sedemê binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Farqînê. Hat diyarkirin ku ji bo Gunduz hevdîtina parêzaran hatiye sînorkirin.