AMED - 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê diman, sîrgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.
Piştî greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirina mafan di girtîgehan de hatibû destpêkirin û di roja 290’emîn de bi dawî bû, girtiyên ku beşdarî çalakiyê bûn, dest bi sîrgûnkirinên wan hatin kirin.
4 girtiyên bi navê Ûgûr Boztaş, Serdar Guzel, Nîmettullah Cinkiliç û Abdulhalik Kaplan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê diman, sîrgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, girtî Ûgûr Boztaş û Serdar Guzel Kirikkale birin Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, Nîmettullah Cinkiliç birin Girtîgeha Kurkçuler a Edenê û Abdulhalik Kaplan jî birin Girtîgeha Tîpa F a Bolu yê. Derbarê hinceta sîrgûnkirina girtiyan de, tu agahî ji bo malbatên wan nehatin dayîn.