NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Diyala ya Iraqê, di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
DAIŞ'ê êrişî bajarê Diyala ya Iraqê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA), duh bi şev saet 23.00'an, DAIŞ'ê bi wesayîtek bombe barkirî êrişê gundê Hed El Exder kir. Hat diyarkirin ku di êrişê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.