Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…

  • rojane
  • 09:00 27 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Li pey Ceylan Onkol wêneyek bi fanorî zer ma û ew awirên çavên wê ku gelek tiştan dibêje di bîra her kesî de ye. Salvegera kuştina Ceylanê ye. Dayika wê Salîha Onkol got heta ew bimire wê keça xwe ji bîra neke û heta kujer werin darizandin dê têbikoşe. 

Li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve di 28’ê îlona 2009’an de Ceylan Onkol a 12 salî dema pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya leşkeriyê hat kuştin. Di ser kuştina Ceylanê re 12 sal derbas bûn lê belê hêj kujerek jî nehatiye darizandin. 
 
Bedena wê Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin û hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kir. Lê belê raporên derbarê kuştina Ceylanê de ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatin amadekirin û îdia kirin ku Ceylanê bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbatê neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire. 
 
 
SERÎ LI DMME’YÊ DAN 
 
Piştî salekê yanî di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji ber ku biryara veşartinê ji ser dosyeyê were rakirin, hemû daxwazên wan dihatin redkirin û li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo lêpirsîn bi bandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bi bandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyeyê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist. 
 
PÊVAJOYA TEZMÎNATÊ 
 
Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyarttiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da. 
 
AWIRÊN CEYLANÊ LI KUJERAN DIGERE  
 
Her çiqas 12 sal di ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hêj yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylanê bû babeta stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclîsê hat xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin lê bes hemû daxwaz bêbersiv man. Wextê ku Ceylanê 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn ango awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin. 
 
HER NÊZÎ WÊ DIBE 
 
Em ji bo salvegera kuştina Ceylanê bi dayika wê Salîha Onkol re axivîn. Onkol destnîşan kir ku wê kuştina hovaneyî kêliyek jî ji bîra wê neçûye û naçe û êşa xwe raber dike. Tevî ewqas êşê jî sekna Salîhayê jî bala mirov dikişîne û wê dasa ku dewletê xwe pê Ceylanê neheq derxe jî hêj veşartiye. 
Onkol got tawanbarkirina keça wê qet û qet nayê qebûlkirin. Onkol diyar kir ku her dema ku ew diçe cihê Ceylan lê hatiye kuştin, keça wê tê bîra wê, keça xwe li ber çavê xwe dibîne û wek ku nêzî wê dibe. 
 
NEHIŞTIN KU CEYLANÊ MEZIN BIBE 
 
Onkol anî ziman ku keça wê yek pir jîr bûye û nehiştin keça wê mezin bibe û dema ez îro li hevalê wê dinêrim mezin bûne gelek xemgîn dibim. Onkol behsa roja bûyerê kir û roja ewil a dibistanê bûye û bi dengê teqînê re ber bi cihê bûyerê ve çûye û rastî parçeyên bedenê keça xwe hatiye û parçeyên wê di pêşa xwe de berhev kiriye. Onkol da zanîn ku parçeyên bedena keça wê şeş saetan li cihê bûyerê maye û heta ku dozger hat cihê bûyerê parçeyên canê Ceylanê li erdê man.
 
DOZGER GOTIYE KÎ KEÇA WE KUŞT 
 
Onkol bertek nîşanî nedarizandina kujeran da û da zanîn ku wexta ku çûye îfade bide dozger jî dozger tenê pirsa “kî keça te kuşt” jê kiriye û wê jê re gotiye ‘hûn baştir dizanin’. Onkol diyar kir ku dozger xwestiye bûyerê ji stûyê leşkeriyê derxe û lê wê gotiye ku keça wê piştî teqînê hatiye kuştin. Onkol got xwedê heqê wê û keça wê ji wan re nehêle. 
 
EW NAXWAZIN ÊDÎ ZAROK WERIN KUŞTIN 
 
Onkol destnîşan kir ku zarokên kurdan ên wek Ceylanê gelek hatin kuştin û ew dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin, êdî bes zarokên kurdan werin kuştin û aştiyek mayînde pêk were û naxwazin tu zarokên din werin kuştin.  
 
KÊLIKA GORA KEÇA XWE MAÇ DIKE 
 
Dayika Ceylanê, Salîhayê me bir ser gora keça xwe û ewil çû kêlika gora keça xwe maç kir û xwest êşa xwe kêm bike. Salîha Onkol li ser gorê destnîşan kir ku ji bo kujerên keça wê werin darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bike. 
 
WÊNE, DAS Û ÇÊLEK LI PEY WÊ MA… 
 
Malbata Ceylanê li ser xatirê bîranîna Ceylanê wê çêleka ku wê jê hez kiriye nefirotine. Dayika wê Salîha got: “Keça min pir ji sewalan hez dikir. Ji wê çêleka me jî pir hez dikir. Ew çêlek mezin bû, em jê re dibêjin çêleka Ceylan. Ji bo bîranîna wê em nafiroşin. Piştî Ceylanê wêneyek wê, dasa wê û çêleka wê ji me re ma.” 
 
‘BÊHIQÛQIYEK GIRAN DIQEWIME’ 
 
Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn jî behsa doz û pêvajoya hiqûqî ya Ceylan Onkol kir. Zeytûn destnîşan kir ku di doza Ceylanê de bêhiqûqiyek mezin û giran qewimî û hêj diqewime û daraz dixwaze bûyerê krîmînalîze bike. Zeytûn anî ziman ku li şûna ku dadgeh kujeran bibîne û bidarizîne lê qisûrê di malbatê de dibîne û daraz dosyeya Ceylanê bi demboriyê re rûbirû hiştiye. Zeytûn got ew ê her daxwaza edaletê ji bo malbatê bikin û li cem têkoşîna hiqûqî ya malbatê cih bigirin. 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Erol
 

Sernavên din

27/09/2021
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin