RIHA - Malbata Şenyaşar a 203 roj in têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Bila qanûnên ku hene werin pêkanîn.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 203'yemîn de berdewam dike. Malbatê ji ber polîsan dest danîbû ser pankart û dowizan, çalakiya xwe bêpankart û bêdowiz didomînin. Malbat wê ji bo wergirtina pankartan serî li Miduriyeta Polîsan a Rihayê bide.
203 ROJ IN LI BENDA EDALETÊ YE
Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayikek ji ber pergala edaletê ya ku pêk neyê 203 roj in li pêş deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kesek nikare li hember daxwazeke wisa samîmî û zelal bisekine. Tenê dixwaze qanûnên ku hene werin pêkanîn.”