Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan

  • rojane
  • 09:06 30 Îlon 2021
  • |
img

DÎLOK - Cûma Ozkan, ji 55 salên temenê xwe 37 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Keça wî Şehrîban Ozkan jî ku di rêya girtîgehê de mezin bûye, 28 sal in li benda bavê xwe ye. 

Ji zarokên ku bi salan çavên wan li rêya bavên wan in, yek jê jî Şehrîban Ozkan e. Gava Şehrîban hatiye dinyayê bavê wê Cûma Ozkan di girtîgehê de bûye û cara ewil bavê xwe li girtîgehê nas kiriye. 
 
Bav Cûma Ozkan, ji 55 salên temenê xwe 37 sal jê di girtîgehê de derbas kirine. 
 
CÛMA OZKAN
 
Cûma Ozkan ku ewilî gava 14 salî bûye di 12'ê Cotmeha 1980'yî de hatiye girtin, piştî 3 mehên di binçavan de ûli Dadgeha Eskerî ya Edeneyê hatiye darizandin. Cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bûye, cezayê darvekirinê hatiye xerakirin û 20 sal ceza lê hatiye birîn. Ozkan di 1989'an de hatiye berdan û piştî 3 sal û nîvên li derve, di sala 1983'yan de cardin hatiye girtin. Vê carê jî cezayê muebedê lê hatiye birîn. Gava Ozkan di 1993'yan de hatiye girtin bi sê mehan keça wî Şehrîban hatiye dinê. 
 
Şehrîban Ozkan ku 28 sal in tevî dêya xwe Ayşegul Ozkan bavê xwe bi tenê nehiştiye, bi dorê çûye girtîgeha Yozgat, Konya, Meletî û Dîlokê. Cûma Ozkan 17 sal in di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ye. 
 
‘DESMALA KU PÊ HÊSIRÊN WÊ PAQIJ KIRIN NEŞÛŞT'
 
Şehrîban Ozkan ku tevî hemû tengasiyên aborî jî saloqat diçe girtîgehê cem bavê xwe, gava dest bi dibistana seretayî kir, gava lîse û zanîngeh xwend û gava zewicî bavê wê ne li cem wê bû. Cûma Ozkan, di sala 2013'an de di nivîsa xwe ya ji bo pirtûka “Ben çıkana kadar büyüme e mi…” ya Adil Okay de, wiha behsa hevnasîna xwe û keça xwe kiribû: "Min pitikbûna keça xwe li girtîgehê dît. Gava nû dest bi meşê kiribû ew anîbûn girtîgehê cem min. Di hevdîtinên girtî de zarokan dibirin qisma hikumxwaran. 15 zarok hatin qisma ez lê bûm. Hemû zarok çûn cem bav, ap û xalên xwe. Lê zarokek hebû, werê li ortê mabû digiriya û li ber dîwêr rûiştibû. Kes xwedî lê derneketibû. Dengê zarokan olan dida, ji kêfa. Paşê hîn bûm ku keça min jî di nav wan de ye. Ez çûm min ji gardiyanan û hevalên li wir pirsî. Gotin zarok ev in. Ez çûm cem zaroka ku digiriya. Min hewl da wê aşt bikim, lê bêfêde bû. Axirê min ew xist hemêza xwe û min wê bir qabîneya hevdîtinê û gava min dêya wê dît, min jê pirsî 'Ev keç Şehrîban e?' Got, belê. Gava got belê, ji kelecana min nizanibû ez ê çi bikim. Keça min jî gava çav bi dêya xwe ket, li camê xist. Cara ewil bû ku min rahişt keça xwe û ew maçî kir. Min hêsirên wê bi desmala xwe paqij kirin..." 
 
Ozkan, tam 19 salan desmala ku pê hêsirên çavên keça xwe paqij kirin neşûştiye û tim bi xwe re gerandiye. Gava keça wî di sala 2017'an de bi dergistî bûye, wekî bîranênekê ew desmal ji keça xwe re şandiye."  
 
‘PIR BIÇÛK BÛM, NAYÊ BÎRA MIN' 
 
Şehrîban Ozkan anî ziman ku 4 sal in desmala ku bavê wê daye wê veşartiye. Ozkan, bilêv kir ku gava di zikê dêya xwe de bûye bavê wê hatiye girtin û got: "Cara ewilî gava min wî dît ez pir biçûk bûm. Gava bavê min cara ewilî çav bi min ketiye, hêsirên çavê xwe paqij kiriye. Desmala pê hêsirên çavê xwe paqij kiriye piştî 19 salan da min." 
 
‘EM WEK DU KESÊN XERÎB BÛN'
 
Ozkan, diyar kir ku bîranînên herî kevn ên wê û bavên wê yên tên bîra wê, ên dema zarokatiya wê ne û got: "Kampusa girtîgehê cihkî qerase bû. Hûn zûzû kesên dixwazin bibînin nabînin. Piştî em di deriyên hesinî yên mezin re derbas bûn me bavê min didît. Gava min cara ewilî bavê xwe dîtiye, min tu tiştek nekiriye. Min ji dêya xwe dipirsî, çima ez hemêz nekirim û maç nekirim? Nizanim, bê hêsta bavtiyê tiştekî çawa ye? Min jî nizanibû mirov çawa nêzî bavekî dibe. Em wek du xerîban bûn." 
 
XWEZÎ MIN BAVÊ XWE NAS BIKIRA
 
Ozkan, bilêv kir ku di 28 salên temenê xwe de bavê xw ebaş nas nekiriye û got: "Xwezî min nas bikira. Min nebûna wî pir hîs kir. Ez ji gelek hêstan bêpar mezin bûm. Ev, bêxwebaerîtî li min peyde kir. Bavek çawa nêzî keça xwe dibe, nizanim. Min pir dixwest ez û bavê xwe rûnên, bigerin, li cihina rûnên û xwarinê bixwin. Min pir dixwest wî hemêz bikim û pê re biaxivim. Ev hês nebûn para min. Jiyana min û dêya min di rêyan de derbas bû, di rêyên girtîgehan de. Pirî caran em li ser qoltixên hesinî yên otogaran radiketin." 
 
DÎLGIRTINEKE 37 SALAN
 
Ozkan, bibîr xist ku bavê wê ji 55 salên temenê xwe 37 sal di girtîgehê de derbas kiriye û got: "Qet ne adil e ku mirovek 37 salan di girtîgehê de bê ragirtin. Tiştekî dij mirovî ye. Pir dixwazim bavê min bê berdan. Gava in dest bi dibistana seretayî kir ne li cem min bû, min lîse û zanîngeh xwend dîsa ne li cem min bû. Di merasîmên mezûniyetê de malbatên her kesî li cem wan bûn, lê bavê min ne li cem min bû. Belkî jî wexta li cem min bûna xwebaweriya min xurtir bûna. Nebûna wî nexwebaweriyeke qels li min peyde kir. Gava diketim ezmûneke, ev yek bandor li min dikir." 
 
‘CEZA LI SER CEZA'
 
Ozkan, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve her cara ku di televîzyonan de çav bi nîqaşên "efûya giştî" dikeve hêvî lê peyde dibe û got: "Par jî ji ber şewbê înfazê guherandin. Ji ber şewbê bi hezaran kes hatin berdan. Lê kesên siyyasî nehatin berdan, tew bi ser de ceza li ser ceza dan wan. Çima pergala hiqûqê ya dewletê wisa dixebite? Jixwe ev mirov bi salan e di girtîgehan de ne. Gelek jê bêyî bigihên zarokên xwe û malbatên xwe jiyana xwe ji dest didin. Divê ev bêedaletî rojek berî rojekê bi dawî bibe." 
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'
 
Ozkan, anî ziman ku heya niha çûye gelek girtîgehan û bi çavê xwe dîtiye bê şert û mercên girtîgehan çi qasî xirab in. Ozkan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Ev mehkûm heya mirinê nayên berdan. Ez vê ferasetê şermezar dikim. Li girtîgehan pirsgirêka av û xwarinê tim heye. Me betaniyek ji bavê min re şand, lê bi hinceta du qatî ye û qalind e cardin şandin. Ez pir li ber ketibûm û hêrs bûbûm. Naxwazin girtî germ bibim. Çima germ nebin? Jixwe bi salan e belesebeb girtî ne. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî hene û van şertan heq nakin. Mirov nikarin bi awayekî azad fikirên xwe bînin ziman. Diviyabû mirovên ji ber fikirên xwe yên siyasî hatine girtin bihatana erdan, lê radibin kesên ji ber sûcên edlî girtî berdidin. Dixwazim bavê min û hemû girtiyên siyasî bên berdan." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

30/09/2021
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:27 Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne
12:22 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
12:01 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:47 HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin
11:41 Rojnamevanê Murat Kuseyrî koça dawî kir
11:40 Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye
11:29 Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin
11:06 Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane
10:41 Li Kerkûkê di 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
10:35 Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin
09:54 Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin
09:48 Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin
09:06 Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan
09:06 Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin
09:06 5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN
08:32 PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda
29/09/2021
20:16 227 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye
18:57 Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin
16:04 CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.
15:37 Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:03 Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî
14:33 Doza Fîgen Ektî hat paşxistin
14:23 Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin
12:21 Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest
12:21 Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin
12:21 Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin
12:05 Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
11:37 Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin
11:20 Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe
10:43 3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin
10:42 Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
10:41 Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne