Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e

  • jin
  • 14:38 30 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinêan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin û wiha got: "Bi rakirina Peymana Stenbolê re mekanîzmayên gilîkirinê bêkêr hatin hiştin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî rojeva jinan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Başaran di nirxandina xwe de bal kişand ser darizandina bersûcên di dozên tundî, destavêtin û destdirêjiyê de û li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin. 
 
'DARAZ KETIYE BIN DESTÊ ÎQTIDARÊ' 
 
Başaran bi lêv kir ku ji nêvî zêdetir bersûc piştî sûcê dikin serbest tên berdan û pişt re jî sûcê ku kiriye didomînin û wiha pê de çû: "Vana daneyên têkildarî girtinê ne. Em dizanin ku cezakirin di bin vê re ye. Ev tablo nîşan dide ku mêr ji bo çi û baweriya xwe bi kê tîne û van sûcan dikin. Daraza divê bêalî be polîtîkayên li dijî jinê dimeşîne û xwe diyar dike ku daraza îktidarê ye. Hêzên ewlehiyê yên jinên bi dehan caran gilî dikin û li ber çavên zarokên xwe tên kuştin naparêzin û wê demê ne li gel wan in êrişî jinên li Zanîngeha 9 Eylulê rûpoşê Peymana Stenbolê dane ber devê xwe, dikin."
 
'TEWANBAR NAYÊN CEZAKIRIN' 
 
Başaran doza ku kujerê Pinar Gultekîn jê tê darizandin jî bi bîr xist û got: "Me di doza ku Cemal Metîn Avci jê tê darizandin de careke din dît ku daraz çawa li gel mêr cih digire. Li gel ku kamera jî nîşan didin Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatiye qetilkirin hîna jî gûmanbar nehatiye cezakirin.  Daraz ji bo ku gûmanbar ceza bike hîna li benda çi ye gelo?  Ger ku Peymana Stenbolê bi awayekî bi bandor pêk bihata wê Pinar Gultekîn û bi dehan bi sedan jin îro li jiyanê bûna."
 
'WE YÊ ÇI JI EZGIYÊ BIKIRA?' 
 
Başaran diyar kir ku jin her roj bi tundiya zilaman re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: "Her roj îqtîdar ji bo ku jiyanê li jinên muxalîf ên bêdeng namînin teng bike tu tişt namîne ku nake. Duh endama me ya Meclisa Ciwanan Ezgî Orak wekî her carê bi îdaya ku binçav dikin hat revandin.  Li Enqereya ku bûye navenda van bûyerên çetewarî Ezgî Orak hat revandin û bi saetan agahî jê nehat girtin. Piştî bertekên raya giştî hat aşkerakirin ku li navenda polîsan e. Divê rayedarên îqtîdarê 'bersiva pirsa wê çi ji Ezgiyê bikirana' bidin."
 
Ayşe Acar Başaran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
'ARMANCA ÇETEYAN ÇI BÛ?' 
 
"Du kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn di saetên şevê de çûn ber deriyê parlamenter û Cîgira Hevserokên me Giştî Tulay Hatimoğullari. Ger Tulayê derî vekira dê çeteyan çi bikirana? Armanca çeteyan çi bû? Divê rayedar û îktidar bersiva van pirsana bidin. Em jin bi van polîtikayên êrişê gavê paşde navêjin. Em ê hesabê vî tiştî bipirsin. 
 
Îktidarê ji bo wargehên cemaatê 173 milyon û 704 hezar budçe veqetand
 
Îro xwendekar bi gotina 'em cih nabînin' çalakiyê li dar dixin. Îktidarê ji bo wargehên cemaatê 173 milyon û 704 hezar butçe veqetand. Lê belê bûrs û krediya KYK'ê tenê 650 TL ye. Buhayê wargehê yê herî kêm ji 800 TL'yî dest pê dike. Odeyên bê pace û bi kirê ji 900 TL'yî dest pê dike. 
 
ÎQTIDAR LI ŞÛN ÇARESRIYÊ PIRSGIRÊKAN ZÊDETIR DIKE 
 
Jinên di serdema pandemiyê de ji perwerdeya xwe bûn niha cih nabînin. Îktidar dewsa van pirsgirêkan çareser bike çi dike? Bi rêbazên em dizanin terorîze dike. Hûn 650 TL didin xwendekaran piştre jî bi faîzê hûn vî pereyî paşde dixwazin. Tevî vê yekê wekî henekê xwe bi aqilê civakê bikin li New York'ê di ekranên LED de pirtûka nivîsandine didin naskirin. 
 
KEDA JINAN TÊ XWARIN 
 
Em ji bo xizaniya jinê bikin rojev em dixebitin. Em kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na ji bo Jinan Edalet" pêk tînin. Herî dawî em li Dîlokê bûn. Em bi jinên mewîj, gwîz, fisteq dineqandin û beramberê keda xwe nedigirtin hatin gel hevdu. Li hinek cihan jinên kîsek fistiq dineqînin 12 TL dikeve destên wan. Gelek jinên ji sibehê heta êvarî dixebitîn û beramberê keda xwe nedigirtin hevjînê wan tundî li wan dikir. Em dibin şahid ku jin mehkûmî xizaniyê tên kirin. Em ê bi piştevaniyê nehêlin jin xizan bibin. Me roja duşemê deklarasyonek parve kir. Ev deklarasyona banga aştî, demokrasî û edaletê bû. Em wekî HDP'ê li dijî feshkirina Peymana Stenbolê, li dijî kesên sîstema me ya hevserokatiyê wekî sûc dibîne hatin gel hevdu. 
 
EM BI YEKPERESTAN RE NAYÊN BA HEV 
 
Jin ji pêkanînên tifaqa AKP û MHP'ê ne razîne. Em bi yên sîstema yekperest diparêzin nayên gel hevdu. Wekî di deklarasyonê de jî gotiye jin wekhevî û azadiyê dixwazin. Em bang li jinan dikin bila ne tifaqa mêr piştevaniya jinê bi ser bikeve. Em bi hev re bi ser bikevin. Eniya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk e di heman demê de li dijî destkeftiyên jinan jî disekine. Lê belê roja me got hevserokatî xeta me ya xemrî ye em dîsa dibêjin em ê bi biryar bin. Jinê bêdeng nemînin û li dijî zihniyeta yekperest li berxwe bidin. 
 
ME BI DANEZANÊ RÊ NÎŞAN DA 
 
Me wekî HDP'ê li gel hewldanên tasfiyekirinê, xwest ku em deklere bikin  ji bo pêşeroja Tirkiye û gelê xwe berpirsiyariyê digirin.  Helet bi vê deklerasyonê re me rêya xwe siyasî û pêşniyarên xwe aşkera kirin. Me bi vê deklerasyonê re pêşniyarên xwe diyar kirin û nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêkên bingehîn diyar kir. Em bawer in ku bi vê deklerasyonê re nîşanî kesê rê nîşanî ku ji bo Tirkiyeyê pêşerojeke ronî dixwazin da. Ev banga me di serî de ji bo civaka Tirkiyeyê yê; ji bo jinan, ciwan, xizan, kedkar û kesên ku demokrasî û azadiyê dixwazin e. 
 
DANEZANA ME DENG VEDA 
 
Ji roja ku me me belgeya sekna xwe diyar kiriye eleqeyeke mezin jê re hat nîşandan û ev me kêfxweş dike. Belgeya ku sekna me nîşan dide di nava civaka Tirkiyeyê de deng veda.  Em dizanin ku wê ev hemû xizmeta çareseriyê bikin. Ji ber ku em daxwaza civakê ya çareseriyê dibînin û em dizanin ku wê belgeya me li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyê veke.  Şert û merc çareserkirinê li Tirkiyeyê ferz dikin. Kesên ku vê belgeya me ji nedîtî ve bên û bi berpirsiyarî ne nirxînin wê nikaribin di warê pêşeroja Tirkiyeyê de bibin xwedî gotin. 
 
EM Ê DEV JI ÇARESERIYÊ BERNEDIN 
 
Li Tirkiyeyê dem dema çareserkirina pirsgirêkên bingehîn e. Planên neçareseriyê û kaos zararê didin Tirkiyeyê, lê zû an jî dereng wê xwediyên van polîtîkayên neçareserkirinê jî bibin qurana van polîtîkayên xwe. Dûrketina AKP -MHP'ê ji civakê û têkçûna wan jî nîşaneya vê ye.  Me di hin helwetên li hemberî deklerasyona xwe de dît ku, hin alî ji hêza me ya çareseriyê û ji sekna me aciz in; hîna ji kaos û şer pêşerojê hêvî dikin. Li vir tişta ku em ji kesên vê siyasetê dimeşînin re bibêjin heye. Ev polîtîkayên we yên neçareseriyê roj bi roj wê ji civakê dûr dixe û têk dibe. Ev jî nîşan dide ku deklerasyona me çiqasî bi bandor e. Ev kesên ku neçareseriyê ferz dikin bila bizanibin ku çi dikin bila bikin em dest ji helwesta xwe ya ku tirkiyeyê ber bi ronahiyê ve bidin bernedin û dest ji biryarbûna xwe ya çareseriyê bernadin.
 
EM Ê BI TÊKOŞÎNA JINAN SIBEROJEK RONÎ AVA BIKIN 
 
 5-6 sal in em li dijî hemû polîtîkayên êrîşkar li ser piyan man. Di rojên pêş de jî ji bo ku em çareseriyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me ji vir rêgezên xwe û rêya xwe diyar kir û wê ev polîtîka di  rojevê de jî bimînin û bên niqaşkirin. Em di vî warî de rexne û pêşniyarên bi dostanî jî girîng dibînin. Wê ev têkoşîna me bi hêztir bikin. Em bawer dikin ku di rojên pêş de bi têkoşîna hevpar a jinan em ê pêşerojeke ronî ava bikin."
 
 

Sernavên din

04/10/2021
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin