Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek

  • rojane
  • 09:05 1 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Birîndarê Komkujiya Pirsûsê û Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu ku li ber Edliyeya Rihayê malbata Şenyaşarê ziyaret kir, anî ziman ku pêdivî pê heye ku têkoşîna malbata Şenyaşar û têkoşîna malbatên Pirsûsê bibin yek. 

DAIŞ'ê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li hemberî ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn da pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di vê êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Danişîna 20'an a derbarê êrişê de di 29'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê hat lidarxistin. Di danişînê de daxwazên parêzerên Malbatên Pirsûsê hatin redkirin û parêzeran jî bi hinceta "heyeta dadgehê ne serbixwe ye" doza redkirina dadger kir.  Dadnişîn taloqî 22'yê Cotmehê hat kirin. 
 
Birîndarê Komkujiya Pirsûsê û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu ku tevli danişînê bû, geşedanên 6 salên dawî û daxwazên malbata Şenyaşarê ku duh li ber Edliyeya Rihayê ew ziyaret kirin, nirxandin. 
 
Tumuklu ji bo tiştên di danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê de qewimîn got: "Çûna Kobanê, di şexsê Kobanê de çûneke ji bo wekheviya gelê kurd û tirk bû, ji bo aştiyê bû. Dewlet ji ber vê çûnê nerihet bû û pêvajoyek da destpêkirin. Ev pêngava ewil a plana rûxandinê bû." 
 
Tumuklu, destnîşan kir ku di danişîna dawî de plana rûxandinê derketiye holê û daxwazên parêzeran ji ber vê hatine redkirin. 
 
KOMKUJIYA KIRYAR DIYAR
 
Tumuklu, anî ziman ku kifş bû ku dê daxwazên parêzeran bên redkirin û got: "Ji lew re kiryarê komkujiyê diyar e. Hemû kesên ku hay ji organîzasyona vî karî û îstixbarata wê hebûn hemû muxatabê vî îşî ne. Armanca wan a ku dixwazin tenê kesekî ceza bikin, ew e ku zûzûka dadgehê biqedînin. Bi vî awayî hewl didin ser berpirsiyarên siyasî binixumînin. Berpirsiyarê siyasî yê vê yekê, dîtina îqtidara faşîst e ku welêt bi rê ve dibe." 
 
‘EM BI RASTIYEKE ŞILFÎTAZÎ RE RÛ BI RÛ NE' 
 
Tumuklu, destnîşan kir ku divê serokwezîrê wê demê ku niha Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê ye, Ahmet Davûtoglû li dadgehê bê guhdarkirin û got: "Em bi rejîmeke ku piştî 2015'an plana şer da destpêkirin û di serî de kurdan û bi giştî her kesên têdikoşin wekî dijmin dihesibîne û dixwaze wan tune bike û siyaseta komkujiyê dike û bi îşkence û binçavkirina dixwaze tune bike û girtîgeh tije kirine û bi hezaran sal cezayan dibire re rû bi rû ne. Di danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê de jî heyeta dadgehê berdevkiya berpirsiyarên siyasî yên vê komkujiyê kir. Lewma hemû daxwaz red kirin. Em bi rastiyeke şilfî tazî re rû bi rû ne. Heya ku ev îqtidar bi van kodan hebe ne pêkan e ku ji bo Roboskî, Dayikên Şemiyê, Kemal Kûrkût, malbata Şenyaşarê edalet pêk bê." 
 
Tumuklu, anî ziman ku piştî komkujiyê ji bo rastî eşkere nebin liv û tevgerek çêbûye û got: "Guzergeheke dozên bi vî rengî heye. Di wê guzergehê de rawestgeh hene. Em wan rawestgehan dizanin. Rastiyek heye ku dozger delîlan berhev nakin, peywirdarên dewletê amadekariyeke li gor dosyeyan nakin, dadger mekanîzmaya ku kiryar dewlet venakolin û dadgeheke dixwaze ser vê bigire. Gava mirov li ser komkujiyên li Tirkiye û Kurdistanê hûr dibe, hema bibêje di hemûyan de guzergeheke rê ya esas hatiye girtin heye. Di vê dozê de kesek tenê girtiye û wî jî naynin hêwana dadgehê. Dadgeh, notirvaniya parastina bekaya dewletê dike, wekî din tu peywirek wê tune ye. Pratîka heyeta dadgehê vê yekê nîşanî me dide." 
 
‘DIVÊ REJÎM BIGUHERE' 
 
Tumuklu, bilêv kir ku dê nikaribin mirovên hatine qetilkirin şûn de bînin û bi rewşa heyî dê nikaribin wijdanê mirovên ku zarokên xwe yên kuştî dîtine rihet bikin û got: "Ancax gava ev rejîma ku komkujiyan kiriye konsept biguhere, dê dil hebikekî rihet bibin." 
 
‘KOMKUJIYA MALBATA ŞENYAŞAR XULASEYA REJÎMÊ YE'
 
Tumuklu, anî ziman ku li ber Edliyeya Rihayê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kirine û got: "Komkujiya Pirsûsê hem ji bo pêşeroja rejîmekê hem jî siyaseta herêmê komkujiyeke pir komplîke bû. Komkujiyeke ku ji eşîrên herêmê heya îstixbaratê, ji peywirdarên dewletê heta siyasetmedaran tiliya gelek kesan tê de hebû, lê qetilkirina malbata Şenyaşar ew qasî berbiçav û kêliyeke taybet e ku, a rast ev xulaseya ku rejîm polîtîkayê çawa diguherîne. Rastiyeke ew qasî tazî ye ku her tişt li ber çavan diqewime. Parlementerekî îqtidarê û birayê wî li ber çavên herî kesî malbatekê qetil dikin û dozgerek wêrek ranebe dengê xwe bilind nake. Tu dozger an jî peywirdarekî dewletê ranebe vê yekê nade ber lêpirsînê. Dev ji lêpirsînê berdin, nadin dû wê jî." 
 
BANGAWAZÎ
 
Tumuklu, diyar kir ku pêdivî bi yekkirina têkoşîna malbata Şenyaşar û têkoşîna Pirsûsê heye û got: "Lewma em bang li her kesî dikin ku di 22'yê Cotmehê de gava biçin dadgeha Pirsûsê, divê bibin dengê têkoşîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê jî. Ez bang li hemî sosyalîstan û kesên ji bo azadiyê têdikoşin, kurd, elewî, ciwan û jinan dikim ku dengê vê têkoşîna ji bo edaletê bilind bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

04/10/2021
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin