Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin

  • rojane
  • 10:53 1 Cotmeh 2021
  • |
img

QAMIŞLO - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 112 rojan di destê hêzên PDK’ê de girtî ma. Hesen diyar kir ku li cihek 6 metrekare ew 30 kes diman, îşkence li wan hatiye kirin û got: “Min qet rûyê dadger û parêzeran nedît. Sîxuriyê ferz kirin û xwestin min teslîmî xwe bikin.” 

Li bajarê Hewlêrê bi ser Herêma Kurdistana Federe ve hêzên PDK’ê di 10’ê hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen binçav kiribûn. Hesen piştî 112 rojan di 29’ê îlonê de serbest hatibû berdan. Piştî ku Hesen hat berdan ji Hewlêrê hat dersînorkirin û di deriyê Sêmalka de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Hesen tiştên hatine serê wî bi ajansa me re parve kir. 
 
Hesen bi bîr xist ku ev 6 sal in li Herêma Kurdistana Federe nûnerê Rêveberiya Xweser e û roja ku hatiye revandin ew ji bo pêşwazîkirina şandeya ji Fransayê dihat bi du hevalê xwe re çûne Balafirgeha Hewlêrê. Hesen anî ziman ku piştî wan şandeyê pêşwazî kiriye, 4 maşîneyên zirxî derdora wan girtine û got: “Du wesayîtên me hebûn. Van kesên me dorpêç kirin, berê çekên xwe dan ser me. Me ji wesayîtan daxistin. Min wê kêliyê got herhal xeletiyek heye. Pişt re gotin em ê we bibin. Me texmîn nedikir tiştek wiha bibe. Ez kesek siyasetmedar im û sivîl im, lê ji bo yekîneyek taybet hatibû wezîfedarkirin.”
 
Hesen da zanîn ku wan yekîneyên taybet ku wan desteser kirine ji wan xwestine şandeyên biyanî ku tên radestî wan bikin û got: “Wê îro 4 mêvanên we din jî werin, divê hûn wan teslîmî me bikin. Wan got ku ew wan nas nakin. Min got ku tu min bikujî jî, ez bi gotina te nakim. Dema ku me red kir, wan em binçav kirin û gotin ku ez ê roja ewil, saetek ewil 4 mehan li cem wan bimînim. Min di destpêkê de bawer nedikir, min digot qey ew ji bo zexta psîkolojîk vî karî dikin.” 
 
‘HER TIŞTÊ ME FERMÎ BÛ’ 
 
Hesen diyar kir ku ew ji bo hevdîtinên dîplomatîk gelek caran çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Sedemên vê yekê jê hatin pirsîn. Wê yekîneya taybet sîxuriyê teklîfî min kir. Wan ji min re pêşniyar dikirin ku ez bi wan re bixebitim. Min ev red kir. Piştî wê, wan ji min re gotin ku ez di avahiyek li dijî ewlehiya Kurdistanê de me. Dema ku min pirsî çima, wan got, ‘We vana anî, hûn ê tiştek bikin’. Qala mêvanên me kirin. Me ew mêvan ji balafirgehê hildan û me wan bir otêlê. Her tiştê me fermî bû.”
 
‘KÎS XISTIN SERÊ ME’ 
 
Hesen diyar kir ku yekîneya taybet pişt re wan radestî hêzên Asayîşê kirine û wiha got: “Tîmeke taybet a ku bi çekên giran hatiye amadekirin û rûyê wan girtî ne, kîsan xistin serê me, destên me ji paş ve girêdan û me xistin paşiya wesayîtê. Mîna ku wan komek ‘terorîst’ girtibe. Niha nikarim qala wan tiştên ku bi me kirine bikim. Wan em birin avahiya ewlehiya giştî. Cihê ku wan em lê danîn cihekî pir xerab bû. Li wir êşkence û kuştina mirovan rehet bû. Em dîplomatên Kurdistanî bûn, ez bi fermî 6 salan li wir bûm. Me tu carî tiştek nekir ku heqê tiştên ku wan li me kirin. Dema ku min ji wan pirsî we çima me li vir danî, wan got, ‘Hûn berxwedan û biryardariya xwe diyar dikin ku hûn ê her gav bi me re nexebitin. Li vir bimînin û bila qerara we zêde bibe'.” 
 
‘NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’ 
 
Hesen diyar kir ku rayedaran di rojên ewil ên girtinê de gefa dersînorkirina wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û got: "Wan digot, 'Em ê te bavêjin wê derê', mîna ku Rojava cihekî nebaş be. Wan mîna ku mirov nekarin li Rojava bijîn tevdigerin, lê her kes li cihê ku lê bû dewlemend bû. Bi vî awayî wan ez tehdît kirim. Min ji wan re digot, 'Rojava cih û warê min e'. Ew negihiştin armanca xwe ku min li wir bihêlin. Wan rêz ji îradeya min re negirt. Wan got ku ez bi mêvanên me re li hember selametiya Kurdistanê geriyam, lê mêvan hatin berdan. Di roja 50’yî de, 2 hevalên min hatin berdan. Wan dixwest telefona min vekin lê min destûr neda. Divê wan hem ji bo taybetmendiya min û hem jî j bo dîplomatiya min rêz ji min re girtiban. Wan her gav bi navgîniya mêvanan çîrokek digot, lê piştî roja 50’î wan ev çîrok ji bîr kir.” 
 
‘DIXWESTIN ME TESLÎM BIGIRIN’ 
 
Hesen diyar kir ku rayedaran ji bo girtina wî di roja 50’emîn de dest bi lêgerînê kirine û wiha domand: "Wan digot ku min ji bo HPG, YPG û QSD'ê personel peyda kirine. Tevî ku min diyar kir ku 6 sal e ez dîplomasiyê dikim, lê dîsa jî wan bi dersînorkirina li Rojava gef li min xwarin. Di roja 57’an de, wan ez bi kelepçekirî birim navendek ku ez bişînim, wan hin belgeyên min îmze kirin, lê piştî ku ez 2 demjimêran li bendê mam, wan ez vegerandim cihê ku ez lê girtîbûm. Ew diyar dike ku belgeyên min neqediyane û ez ê 2 rojan şûnda bişînim. Dema ku ew 2 roj şûnda hatin, wan dîsa şîfreya têlefona min pirsî. Wan dixwest min radest bikin. Wan digot qey ez xwe radestî wan bikim, ez ê jiyaneke çêtir, cih li Hewlerê û welatê xwe bibim. Her cara dihatin ba min, bi dersînorkirinê gef li min dixwarin.” 
 
XWÎN VEREŞIYAYE 
 
Hesen anî ziman ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê roj bi roj zêde dibûn û wiha got: “Wan li wir ez birim cem bijîşk, derman dan wan kesên ku serê wan diêşe, min xwîn vereşand, ez ketim erdê, lê wan derman neda min. Wan hewl dan ku rewşa tenduristiya min bikar bînin. Doktoran ew hişyar kirin ku dermanan nedin. Di dawiyê de, gava ku min rojê 3-4 caran xwîn vedireşiyam, wan derman didan min, lê dîsa jî dermanên ku min dixwest nedan min. Piştî 40 rojî ji 15 rojan 3 deqîqe mafê axaftinê dan ku em bi malbata xe re biaxivin.”
 
XWESTINE WÎ BI PKK’Ê TAWANBAR BIKIN 
 
Hesen destnîşan kir ku heke di binçavan de tiştek ji malbata xwe re ragihanda dê telefonê nedanayê û got: “112 rojan, min ne hakim û ne jî parêzer dît. Wan ez bi sîxurê PKKê tawanbar kirim. Min digot PYD, wan digot PKK, min digot Rêveberiya Xweser, wan digot PKK. Dixwestin peyva PKK ji devê min derxînin. Ez 6 salan li wir mam, ger ew min nas nekin ew pirsgirêka wan e. Wan baş dizanibû ku ez çi dikim û kê dibînim. Ji ber min şîfreya telefona xwe neda wan, min tawanbar dikirin.” 
 
DI CIHEK 6 METREKARE DE 30 KES HEBÛN 
 
Hesen diyar kir ku 30 kes li cihek 6 metrekare dihatin ragirtin û wiha got: “Em hemû li ser hev radizan. Nexweşîna korona heye lê cihê ku em lê diman ew qas qelebalix bû ku dema me xwêdan dida, xwêdana me bi hevûdu re tevlihev dibû. Ji 126 kesan 112 kes bi nexweşiya xurî (kuduz) ketin. Wan dermanên ku ji bo heywanan têne bikaranîn ji me re anîn, yên ku qebûl nedikirin tazî dikirin. Me ew qebûl nekir, wan derman li laşê me kirin. Bi tevahî trajediyek bû. Hin jî şopên wê nexweşiyê li ser min henin. Wan dermanek dan me da ku em êvarê ji xurînê dûr bikevin, piştî ku me derman li xwe dida em dikaribûn rakevin.” 
 
MA / Nazim Daştan  
 

Sernavên din

04/10/2021
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin