Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê

  • rojane
  • 11:17 2 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Pirtûka Ayhan Erkmen "Çîrokên Serhedê", ji Gunce Yayin’ê derket. Çîrokên di berhemê de raborî, xweza û mirovên Qersê vedibêje. Mirovên van çîrokan bixwînin wê bibînin ku sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e...
 
Pirtûka Ayhan Erkmen a bi navê "Çîrokên Serhedê" bi zimanê Kurdî û Tirkî ji weşanxaneya Gunce Yayin'ê derket. Çîrokên di berhemê de ne çîrokên gelêrî, rasterast çîrokên ji bîra nivîskar in. Ji ber nivîskar çîrokbêj e û serwextê wêje û dîroka devkî ye, di çîrokên xwe de nahêle têkiliya di navbera cih û mirovan de qut bibe. Di pêşgotina pirtûkê de serpêhatiya xwe ya bi çîrok û çîrokbêjiyê re wiha dinivîse: 
 
'ÇÎROKBÊJEKE PÎR DI DILÊ MIN DE RÛNIŞTIYE'
 
“Zarokatiya min bi çîrokên efsûnî derbas bû. Dem hat, îja ez bi pey çîrokan ketim, li zarokatiya xwe geriyam û di vê serencamê de xwe dijiyam. Ne bi tenê yên bihîstî, dibe ku yên qedereke lal dijiyan jî hebûn û hewce bû ez bibûma zimanên wan. Ez wisa hîs dikim ku çîrokbêjeke pîr di nav dilê min de rûniştiye ez bi wê re guhdar dikim çîrokên mirovan û şahidiyên wan; dema ku van serpêhatiyan vedibêjim jî bi hevokên wê ve tînim ziman. Ez dixwazim bi saya wê çîrokbêja pîr di navbera duh û îro de xalîçekî reng bi reng lidarxim.” 
 
ÇÎROKA DESTEBIRAYAN: ZEZÊ Û KAKAS
 
Di berhemê de 16 çîrok hene ku ev çîrokên raborî, xweza û mirovên Qersê ne. Ji ber nivîskar bi xwe jî ji vî bajarî ye û rêwîtiya wî ya çîrokbêjiyê li vî bajarê qedîm derbas dibe serwextê ziman, têkiliya di navbera mirovan de, şert û zirûfên xwezayê û bandora wê li ser kesayetiyê ye. Lewma jî çîroka Zezê û Kakas ku diyar e wêneyê bergê jî çavkaniya xwe ji vê çîrokê girtiye hemû hesletên vî bajarî û mirovên wê vedibêje. Têkiliya di navbera Zezê û Kakas de, ji têkiliya di navbera du destebirayan xurtir e. Kakas ê ku hişkehola bûye, dema çavê wê bi çavê Zezê dikeve bi xwe ve tê û dibe hespekî wisa ku hemû der û cîran bi navê wê dihesin.
 
“Di zarokatiyê de me bi tenê navên qehremanên destanan jiber nedikir, di heman demê de me navên hespên wan jî ji ber dikirin. Navê hespê Rustemê Zal Rexşê Belek bû, yê Dewrêşê Evdî Hedwan, ê Cembelî Xemrevîn, ê Ferzende Beg Eznawir bû. Ez ji wan yekî zêde dikim, navê hespê Zezêyê qehremanê çîroka min jî Kakas e. Şêst û pênc salan şûnde dema ku Apê Zezê behsa Kakas kir, kelogirî bû, zimanê wî negeriya, giriya. Çawa dibû ku mirovekî bi şêst û pênc salan heznîtiya hespekî dikişand?”
 
SENDELÎ NE TENÊ DAR Û TEXT E!
 
Di berhemê de Erkmen bi çîrokan re cih daye berhemên wênesaz Hîlal Korkmaz Karahancî û Rebwar K. Tahîr û wêneyên wênekêş Bîrkan Çelîk jî. Wisa diyar e "Çîrokên Serhedê" yên Ayhan Erkmen wê nêrîn û têkiliya gelek xwîneran a bi derdorê re biguherîne. Mirov bi vê berhemê baştir fêm dike ku her alavek, her giyanewerek parçeyekî ji çand, dîrok, bîr û baweriya civakê ye. Sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e…
 
AYHAN ERKMEN KÎ YE? 
 
Ayhan Erkmen, di sala 1973’yan de li Bazarcixa Dîgorê ku bi ser Qersê ve ye ji dayik bû. Berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê kurdî û tirkî dinivîse. Di rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê de qunciknivîs e û belgefilmeke dîroka devkî ku ji 25 beşan pêk tê li ser Êzidîyan amade kiriye. Ayhan Erkmen ê ku çîrokbêj e berê jî berhemên wî yên bi navê "Edo Dêran" û "Şev û Deng" hatibûn çap kirin.
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

04/10/2021
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin