Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe

  • rojane
  • 09:09 3 Cotmeh 2021
  • |
img

ÊLIH - Mehmet Kûrhan ê 66 salî ku 30 salan di girtîgehê de ma, destnîşan kir ku heke vîneke xurt nebe kes nikare ev qas sal di girtîgehê de bijî û got: “Heke îdiaya te mezin be wê berxwedana te jî mezin be. Ev pêbawerî û girêdana îdiaya te ye. Dema ev xurt be vîn jî xurt dibe.”

 
Mehmet Kûrhan ê 66 salî ku 30 salan di girtîgehê de ma, di 16’ê Tebaxa 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê derket. Kûrhan dema Alîgirê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê bû, ji ber îfadeya kesekî di 4’ê Nîsana 1992’yan de hat girtin. Tevî ku şahid diyar kir ku bi îşkenceyê îfade daye jî lê di danişîna ewil de cezayê muebetê li Kûrhan hat birîn. Kûrhan ku di dema binçavkirinê û girtinê de îşkenceyeke zêde lê hat kirin, di sih salan de bi rêz li girtîgehên Sêrt, Xarpêt, Bartin, Dîlok, Bandirma, Şirnex, Wan û Rîzeyê ma. Kûrhan, di girtîgehê bû şahidê binpêkirinên mafan û di serî de çalakiya greva birçîbûnê, di gelek çalakiyên têkoşîna lêgerîna mafan de cih girt. Kûrhan Êliha ku wekî navçe hişti bû, piştî sî salan gava derket dît çav bi Êliheke mezin ket. Piştî hat berdan dît ku tu tişt ne wekî berê ye, bi mevan û serdanan moralekî zêde girt. 
 
Kurê Kûrhan, Îbrahîm Kûrhan (Ferhat) di sala 1992'an de tevlî PKK'ê dibe û di pêvajoya ku kurd weke “Birakujî” bi nav dikin, di navbera salên 1994 û 1998’an de, di şereki de jiyana xwe ji dest dide. Keça wî Hediye Kûrhan (Têkoşîn) jî di sala 1999’yan de tevlî PKK’ê dibe û di 4’ê Mijdara 2007’an de di şerekî de li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dide. Kurê wî wî yê din Yahya Kûrhan (Ferhat) jî di sala 2014’an de tevlî PKK’ê dibe. Dema bav Kurhan di girtîgehê de bû, malbat ji ber zexta dewletê ji 1992’yan û vir ve neçar ma ku koçî Sêrt, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Êlihê bike. 
 
Kûrhan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, qala girtin, têkoşîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir. 
 
BI SENARYOYEKÊ HAT GIRTIN
 
Kûrhan , qala roja girtina xwe kir û wiha got: “Beriya girtina dawî di sala 1988-1989’an de du caran hatim girtin. Her carê çar mehan di girtîgehê de mam. Wê demê îtîrafkarekê li ser me îfade dabûn. Bi dû re di 4’ê Nîsana 1992’yan de careke din hatim girtin û heta niha di girtîgehê de bûm. Wê demê ez rêveberê Şaxa ÎHD’a Sêrtê bûm û şewitandina gundan, lêdan û îşkence zêdebûn. Em jî pê re mijûl dibûn. Ev jî li zora polîsan diçû. Em ketibûn rojevê jî. Wê demê yek girtin û senaryoyek nivîsandin û bi lêdan û îşkenceyê pê dan îmzekirin. Bi wan îfadeyan em ceza kirin. Bi dû re wî kesî li dadgehê got ‘bi îşkenceyê îfade bi min dane îmzekirin, agahiya min ji vî karî tune ye’ lê dîsa em ceza kirin.” Kûrhan, da zanîn ku her cara ku hatibû binçavkirin bi îşkenceyeke zêde re rû bi rû dima û wiha berdewam kir: “Cara dawî 10 rojan îşkence li min kirin, carên din jî carekê nêzî mehekê carekê jî dîsa 10 rojan îşkence li min kirin. Her sê caran jî li Sêrtê hatim girtin. Wexta hatim girtin piştî hefteyek du hefteyan li Girtîgeha Sêrtê mam, pişt re em birin Girtîgeha Xarpêtê, wê demê nû vekiribûn. Li wê derê jî em gelek aciz kirin. Di hefsê de jî îşkence dikirin.”
 
‘MIN KES NAS NEKIR’
 
Kûrhan, qala berdana xwe ya piştî 30 salan kir û wiha berdewam kir: “Carekê min romanek xwendibû, li ser Vîetnamê bû. Behsa kesekî di Zîndana Saygonê de mabû dikir. Ew jî nêzî 20 salan di girtîgehê de mabû. Digot ‘dema em ji girtîgehê derketin, me ne gund, ne cih ne jî mirov nas kirin.’ Min jî got ev mezin dike. Çawa mirov derkeve û bajar û gund nas nake. Bi rastî jî dema ez derketim û min ev der dîtin ew hat bîra min. Min ne bajar, mirov, dost û heval, heta xwarzî û biraziyên xwe nas nekirin. Bajar hemû bûne beton. Di aliyê civakî de bêdengiyek heye bi rastî, lê dema mirov dilgermiya gel jî dibîne dizane ku gel hêj xwe bernedaye, divê pêşengî jê re were kirin.”
 
BÊHEJMAR KETIYE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Kûrhan, bilêv kir ku bêhejmar ketiye çalakiya greva birçîbûnê û wiha pê de çû: “Nikarim bi hejmêrim ka çi qasî ketime çalakiya greva birçîbûnê. Carna salê 5-6 mehan em diketin çalakiya greva birçîbûnê. Ji ber wê hejmar nayê bira min. Di çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012’an de berî hevalan ez ketimê. Dema mirov nediket çalakiyê bi wijdanî aciz dibe.” Kûrhan, anî ziman ku bêhejmar cezayê dîsîplînê li wî jî hatiye birîn û wiha domand: “Her çend mehan çend salan carekê ceza dibirîn. Dema ez li Girtîgeha Bandirmayê bûm, 7 caran ceza dabûn me. Nehiştin em biçin hevdîtinê û cezayên her wekî din.”
 
‘POLÎTÎKAYA TESLÎM GIRTINÊ’
 
Kûrhan, destnîşan kir ku polîtîkaya li girtîgehan tên meşandin ‘polîtîkaya teslîmgirtinê ye’ û wiha got: “Em hemû jî dizanin ku polîtîkaya wan a teslîmgirtinê ye. Bike îtîrafkar û ji hev veqetîne. Di serî de heta niha wisa ye. Mesele di van salên dawî de polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê tam tecrîd e. Tecrîda li ser Serokatî li her derê belav kirine. Herî dawî girtîgeha ku em lê, çar qawişên me hebûn. Gotin em ê tadîlat bikin, boyax bikin û we bişînin cihekî din, heta em xelas dikin em ê dîsa we bînin cihê we. Em birin lê piştî xelas bû jî em venegerandin. Me lê nêrî em hemû ji hev dûr xistine û birine nav qawişên girtiyên edlî. Qawişên hevalên me wisa dûr xistibûn ku dengê me neçe hev du. Her tim lêgerîn dikirin, radyoyên me jî stendin. Rojnameyên ku neyên pergalê bin jî nedidan me.” 
 
‘ÇALAKIYÊN CÛR BI CÛR ÇÊDIBÛN’
 
Kûrhan, bibîr xist ku piştî operasyona ser çepa Tirkiyeyê ya li girtîgehan hin tişt hatin guhertin û wiha berdewam kir: “Piştî ‘operasyona vegera jiyanê’ êdî nehiştin tişt ji derve bên hundir. Wê demê dest bi girtîgehên Tîpa F'yê jî kirin. Heta wê demê giştînameyek parve kirin ku tişt ji derve neyên girtin. Me ev pêkanîn qet qebûl nekirin. Li dijî van carnan çalakiya greva birçîbûnê çêdibûn. Carna ji sazî û dezgehan, Meclîsê, partiyan re name û hwd dihatin şandin.  Carna çalakiya xwarin negirtin an jî berzkirina dirûşmeyan dihat kirin. Çalakiyên cur bi cur çêdibûn.”
 
‘PIRTÛKÊN KURDÎ NEDIDAN’
 
Kûrhan, diyar kir ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê vê dawiyê pirtûkên kurdî qet nedidan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirtûkên kurdî qedexe kirin qet nedan. Nameyên kurdî me dinivîsandin, carna 6 mehan de digihiştin cihê xwe. Li dijî van tevan me daxwazname didan sazî û dezgehên netewî û navnetewî. Dîsa paş ve gav nediavêtin. Digotin ‘ferman e û em ê bikin.’”
 
ÎDÎA MEZIN BIN WÊ BERXWEDAN JÎ MEZIN BE
 
Kûrhan, destnîşan kir ku heke vîneke xurt nebe kes nikare 30 salan di girtîgehê de bijî û wiha bilêv kir: “Heke îdiaya te mezin be wê berxwedana te jî mezin be. Ne 30 sal 40-50 be jî tu dê li ber xwe bidî. Ev pêbawerî û girêdana îdiaya te ye. Dema ev xurt be vîn jî xurt dibe. Sal xwe li ber nagirin. Heke îrade ne xurt be û xeyalên te ne mezin bin tu nikarî li ber xwe bidî. Heke xeyalên mirov mezin bin tiştên zor û zehmet li mirov biçûk tê.”
 
LI SER ZAROKÊN XWE PIRTÛK NIVÎSANDIN
 
Kûrhan anî ziman ku di nava 30 salan de bi hezaran pirtûk xwendine û wiha berdewam kir: “Me her tim dixwend ji ber wê bi hezaran pirtûk me xwendine. Gelek hevalan got li ser jiyana xwe pirtûkê jî binivîse lê min nikarî binivîsim. Wekî din 2 pirtûkên min ên helbestan derketin. Yek ser navê Têkoşînê bû bi kurdî ye. Deynekî wan di stuyê me de be jî ez li ser navê wan pirtûkê derxînim. Ya din jî bi tirkî ye û navê wê Hesreta Ferhat e (Ferhat’ın Özlemi). Min yek jî dabû çapxaneyê lê winda kirin. 3 pirtûkên din jî hene lê hêj min tam bi dawî nekirine. Yek ya helbestan e du jî ji bîranînan pêk tên.”
 
‘JI BO TECRÎD RABE HEVALAN DIXWEST HER TIŞTÎ BIKIN’
 
Kûrhan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser hevalan jî zor e lê bi tecrîda ser Serokatî mirov ezab dikişîne. Di girtîgehê de şev û roj di bîra mirov de ye. Dema çalakiyeke greva birçîbûnê çêdibû her kesî dixwest bikevê. Heta hevalan ji dil û can dixwestin bikevin rojiya mirinê jî. Ji bo ku tecrîd rabibe hevalan dixwest her tiştî bikin. Vê dawiyê jî pandemî kirin hêcet û tecrîdê heta dawiyê dimeşînin.”
 
‘TEDAWIYEKE SERVE DIKIRIN’
 
Kûrhan, da zanîn ku ew jî di nav lîsteya ÎHD’ê ya girtiyen nexweş de bû û wiha domand: “Me gelek nexweşî dîtin. Ji bo tedawiyê gelek caran astengî derdixistin. Dema em diçûn jî dermanek dinivîsand û paş ve vedigerand. Heta demekê em 19 heval çûn Wanê ji bo ku rapor bidin. Em birin Wanê li nexweşxaneyê gerandin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, raporên me jî nedan ku em serî li cihên berpirsyar bidin û em her 2-3 kes bi cihekê ve sirgun kirin. Tedaviyeke serve dikirin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman
 

Sernavên din

04/10/2021
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin