Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne

  • rojane
  • 11:44 4 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Li gorî encamên Navenda Lêkolînên ya Qada Sosyo Polîtîk a li ser rojeva gel û meyla dengdêran a meha Îlonê rapirsiya ku kiriye; hat destnîşankirin ku 4 partî benda hilbijartinê derbas dikin û hilbijêrên HDP’ê ji sedî 98,8 ên herî bi biryar in. 

Navenda Lêkolînên ya Qada Sosyo Polîtîk di navbera 10-22’yê îlonê de têkildarî rojeva gel û  meyla dengdêr ango hilbijêran rapirsiyek seranserî Tirkiyê çêkir û encama vê rapirsiyê bi çapemeniyê re parve kir. Rapirsî li bajarên wek Stenbol, Enqere, Edene, Îzmîr, Bûrsa, Mûgla, Konya, Samsûn, Trabzon, Antalya, Mêrsîn, Erzirom, Mûş, Agirî, Qers, Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Wan û Sêrtê hatiye kirin û bi 2 hezar kesan re pêk hatiye. Ev rapirsî bi rêya online hatiye kirin. Di lêkolîna online de hatiye kirin, rewşa sosyo-aborî ya beşdaran, helwestên wan ên li hember rojeva welat û polîtîkayên ku li ser van rojevan têne meşandin û sedemên dengdanê hatin pirsîn. Ji sedî 51.6’ê beşdarên rapirsiyê zilam in û ji sedî 48.4 jî jin bûn. Balkêş bû ku ji sedî 23,1’ê beşdarên rapirsiyê ku temenê wan di navbera 25-44 salî de bûn û bêkar in. 
 
ABORÎ PIRSA EWIL BÛYE
 
Di pirsa “Gelo hûn ji siberoja xwe bi guman in?” ji sedî 66,5’ê beşdaran diyar kirin ku ew ji rewşa xwe bi guman in û ji sedî 26,6 jî gotin ew ne bi guman in. Pirsa "Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?" ji beşdaran hat kirin. Ji sedî 60,1’ê beşdaran gotin, "Krîza Aborî/Bêkarî", ji sedî 8,5 "Nebûna Demokrasiyê", ji sedî 8,1 "Pergala Serokatiyê", ji sedî 7,6 "Pirsgirêka Kurd", ji sedî 7,4 "Rewşa Niha ya Pergala Hiqûqî.” 
 
YÊN CARA EWIL DENG BIDIN 
 
Di rapirsiyê de beşek girîng a beşdaran ku wê di vê hilbijartina pêş me de deng bidin bûn. Ji sedî 28,8’ê beşdarên 18-24 salî yên ku tê payîn di vê hilbijartinê de cara ewil dengê xwe bidin. Ji sedî 28,8’ê beşdaran gotin, "CHP", ji sedî 17,1 gotin, "Partiya Îyî" û ji sedî 13,5 jî gotin, "HDP."
 
4 PARTÎ BENDÊ DERBAS DIKIN 
 
Piştî ku bersivên "Ez ê deng nedim û ez bêbiryar im" bi rêjeyî hatin belavkirin, dabeşkirina dengên partiyên siyasî bi vî rengî hate destnîşankirin, heke hilbijartinek vê Yekşemê pêk were dabeşiya dengên partiyên siyasî wiha ye: Ji sedî 32.3 "AKP", ji sedî 30.9 "CHP ", ji sedî 12.1 “Partiya Îyî", ji sedî 11.3 "HDP", ji sedî 7.8 "MHP", ji sedî 1.9 "Yên din", ji sedî 1.8 "Partiya DEVA", ji sedî 1.1 "Partiya Pêşerojê" û ji sedî 0,8 "Partiya Saadetê.” 
 
Di rapirsiyê de tê gotin ku hilbijêrên herî bêbiryar ên AKP’ê ne. 
 
HILBIJÊRÊN HERÎ BI BIRYAR ÊN HDP’Ê NE 
 
Ji sedî 93,6 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane CHP'ê dîsa gotine "CHP", ji sedî 1,6 "Ez bêbiryar im", Ji sedî 98,8 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane HDP'ê dîsa gotine "HDP", ji sedî 1,3 jî "Bê biryar im”, ji sedî 81.5 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane MHP'ê dîsa "MHP", ji sedî 9.9 "Ez ê deng nedim”, ji sedî 3.7 gotine "Partiya Îyî”, ji sedî 92’yê beşdaran ku diyar kirine wan dengê xwe daye “Partiya Îyî”, ji sedî 3.4 "Ez Bêbiryar im", ji sedî 2.3 "Partiya Deva", ji sedî 24,8 beşdarên ku diyar kirin ku wan deng nedaye gotin "ez ê deng nedim", ji sedî 20 jî gotine "Ez bêbiryar im" û ji sedî 19 gotine "CHP.” 
 
CHP WEK ALTERNATÎF DÎTINE 
 
Di rapirsiyê de ji sedî 28,1’ê beşdaran CHP’ê wek “Partiya Alternatîf a Îqtidarê” dîtine. Li gorî encamên rapirsiyê tê destnîşankirin ku beşdaran têkildarî pirsa “Vê yekşemê hilbijartin pêk were hûnê dengê xwe bidin kîjan namzetî?” ji sedî 33,8 gotine “Tayyîp Erdogan”, ji sedî 13,3 gotine “Kemal Kiliçdaroglu”, ji sedî 5,9 beşdaran gotine “Selahattîn Demîrtaş”, ji sedî 5,3 gotine “Ekrem Îmamoglu”, ji sedî 4,8 beşdaran gotine “Meral Akşener” û ji sedî 4,1’ê beşdaran jî gotine “Mansûr Yavaş.” Li gorî rapirsê dengên Tayyîp Erdogan gelek kêm bûne. 
 

Sernavên din

07/10/2021
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?