WAN - Wezîfedarê dibistanek li Elbakê Yavuz K. ku hewl da destdirêjî zarokek 6 salî bike, hat girtin.
Yavuz K. ê li dibistanek li navçeya Elbakê ya Wanê ku wezîfedarê paqijiyê ye, hewl da ku destdirêjî zarokek keçik a 6 salî bike. Zarokê tiştên hatin serê wê ji malbata xwe re vegot û ev hewldana destdirêjiyê derket holê.
Malbatê giliyê Yavuz K, ji Midiruyeta Polîsan a Navçeyê re kir. Li ser vê yekê zext li malbata zarokê hat kirin û malbat neçar ma ku ji navçeyê koçî navenda Wanê bike.
Yavuz K. piştî bûyerê xwe veşart. Pişt re Qeymeqamiya Elbakê têkidlarî bûyerê daxuyanî da û bûyerê piştrast kir. Qeymeqamiyê ragihand ku tawanbar ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T.