EDENE - AATUHAY-DER'ê bertek nîşanî binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Kurkçulerê da û got: "Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê sûc dikin."
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F de li avahiyên komeleyê daxuyanî da. Hejmarek zêde kes, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî hebûn, beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn diyar kir ku agahiyên dawî yên ji Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê tên bi fikar in û girtî bi binpêkirinên mafan ên giran û cidî re rûbirû dimînin.
Sezgîn diyar kir ku li ser qawîşan serdegirtin zêde bûne û girtî tên îşkencekirin û qawîşên wan bi darê zorê tên guhertin û demên karantînayê yên girtiyan dirêj in û ev pêkanîn zextên sîstematîk pêk tîne.
'BILA DAXWAZÊN MIROVÎ PÊK WERIN’
Sezgîn bi bîr xist ku Abdulkadir Baybars ê ku di bedena wî de perçeyên şarapnelê hene û ev 4 sal in di hucreya yek kesî de ye, ji bo rakirina tecrîda li ser wî 18 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Em bang li rayedaran dikin. Bila daxwazên hiqûqî û mirovî yên Abdulkadir Baybars bên cih. Ji bo pêşîlêgirtina hewcedariyên wan ên civakî û însanî nabe ku bibe hêcet. Bi van pêkanînan, Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê sûc dikin. Pêwîste ku rayedar di derbarê vê pirsgirêkê de daxuyanî bidin.”