Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de

  • rojane
  • 11:13 9 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl, diyar kir ku wan ji bo pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan de, serdana Herêma Federe ya Kurdistanê kirin û got: “Helwesta PDK’ê ya niha bi fikare û em bang dikin ku dev ji vê helwesta xwe ber de.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27’ê Îlonê de, ji bo hin hevdîtinan şandeyeke xwe şand Herêma Federe ya Kurdistanê. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl û Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Hikmet Hatîp di şandeya serdanê de cih girtin. Şandeyê li bajarê Silêmaniyê, serdana Tevgera Goran, Hevserokê Yeketiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanat Îbrahîm Ehmed û Alîkarê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Kubat Talabîn kir. Perlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ê di şandeyê de cih girt, derbarê serdanên xwe yên kirin de, axivî.   
 
Togrûl, diyar kir ku ji bo pêşxistina diyaloga navbera Kurdan ku mijara sereke ya siyaseta li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye û danûstandina nêrînan, wan serdana Herêma Federe kirin. Togrûl, anî ziman ku di hevdîtinan de, nîqaş li ser hilbijartinên li Iraqê, tifaqa navbera Kurdan û helwesteke hevpar a li dijî hêzên ku van demên dawî de hewl didin komên Kurd bînin hemberî hev, hatin kirin.
 
‘EM GIRÎNGIYÊ DIDIN TIFAQÊ’
 
Togrûl, da zanîn ku girîngiyeke din a serdana wan ew bû ku piştgiriya xwe ya bo Tevgera Goran û YNK'ê ye ku dê weke tifaq bikevin hilbijartinên parlamentoyê. Togrûl, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de, em girîngiyê didin yekgirtin û tifaqan. Bêguman, ev nayê wê wateyê ku em alîgir in. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de, nûnerên YNK’ê jî hatin Tirkiyê û piştgiriya xwe ya bo partiya me eşkere kirin. Ji ber vê em jî dixwazin ku di vê hilbijartina parlamentoya Iraqê de YNK û Tevgera Goran bi ser bikevin.”
 
YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Togrûl, bi bîr xist ku divê di Parlamentoya Iraqê de Kurd bi hêz bin û wiha bilêv kir: “Di demên dawî de gelek hêz hene ku dixwazin Kurdan bînin beramberî hev. Ji ber vê yekê tifaqa Kurdan girînge. Di mijara yekitiya neteweyî de, divê di demek kurt de, konferansek giştî bêlidarxistin. Ev daxwaze me ya serekeye. Em dixwazin hemû hêzên Kurdan beşdarî xebatên yekitiya neteweyî bibin.”
 
PDK DI NAVA ŞAŞIYÊ DE YE
 
Togrûl, bal kişand ser hevdîtin kirin û wiha pê de çû: “Di hevdîtin me kirin de, me dît ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PKD) dixwaze li herêmê bibe hêzek tekane. Ji ber vê partiyên siyasî ji nedîtî ve tê û wan nas nake. Em vê helwestê rexne dikin. PDK hesabekî şaş dike. PDK xeyal dike ku Tirkiye bihêz e û bêyî wê nikare bijî. Lê di rastiyê de, desthilatdariya AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê di serdema xwe ya herî qels a 20 salên dawî de ye. Di vê li wan neyê mêze kirin û mîna salên 90’î şerekê navxweyî ‘birakujiyê’ pêş nexin. Ji bo ku ev pêş nekeve rola tifaqa Tevgera Goran û YNK’ê pir girînge. Li herêmê êriş pêk tên. Tê îdîakirin ku li Silêmaniyê PDK û MÎT operasyonên hevpar li dar dixin. Ligel vê jî kujer nayin girtin. Herî dawî Yasîn Bûlût jiyana xwe ji dest da. Berî du rojan jî 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Bi van êrişan dixwazin tifaq û diyalogên di navbera Kurdan de, parçe bikin û provokasyonan derbixin.”
 
HELWESTA PDK’Ê BI FIARE
 
Togrûl, dest nîşan kir ku li cihekê windakirina hêzên Kurd, wendakirina hemû Kurdan e û wiha dom kir: “Destkeftiyên hene jî, destkeftiyên hemû Kurdane. Divê partî, kom û civakên Kurdan ne li dijî hev bin, berefajî hevdû bi hêztir bikin. Me ev hemû ji Tevgera Goran, YNK û Tevgera Azadiyê re vegotin. Hêzên dixwazin Kurt li hev bikevin hene.  Îro Planek Têkbirînê li ser Kurdan heye. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê dixwaze vê planê bi destê PDK’ê bike. Ji ber vê zexteke mezin li PDK’ê dike. PDK bi hesabek şaş tevdigere. Dibe ku ne her dem, lê dem bi dem dibe parçeyekê vê planê. Mînak; berî çend rojan nûnerên me yên Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Mixabin, PDK hevalên me weke mûxatabên fermî nabîne. Gelek astengiyan ji wan derdixe. Dem bi dem endamên me binçav dike. Me ev rewş jî ji YNK û Tevgera Goran re vegot. Ew jî heman pirsgirêkan dijîn. Helwesta PDK’ê ya niha bi fikare û em bang dikin ku dev ji vê helwesta xwe ber de.”
 
SERDAN WÊ DEWAM BIKIN
 
Mahmtu Togrûl, diyar kir ku serdana wan erênî derbas bû û wiha bi dawî kir: “Ji bilî têkiliyên dîplomatîk, me bi esnaf û kesên li Sileymaniyê re jî, hevdîtin kirin. Gel li dijî şereke navxweyî ‘brakuji’ û êrişên li herêmê bi hêrs e û bertekan nîşan dide. Serdanên me yên li herêmê wê dewam bikin.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/10/2021
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike