Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike

  • rojane
  • 14:26 9 Cotmeh 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di panela derbarê 9'ê Cotmehê Komlopya Navneteweyî de axivî û got: "Desthilatdariya AKP'ê dixwaze pergala xwe ya yek zilamî, veguherîne rêveberiya welatekî. Rejîma yek zilamî, bi tecrîdê xwe xwedî dike."

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di salvegera 23'yemîn komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan pêk hat de, panelek lidar xist. Panel bi navê "Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de tecrîd û komplo' pêk hat. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû kir. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Bûrhan Arta beşdarî panelê bûn. Ji rêxistina navçe û bajêr jî HDP’yî û DBP’yî beşdar bûn.
 
‘TECRÎD DEWAM KOMPLOYÊ YE'
 
Ebrû Gunay, a di serî de mafê axaftinê sitend bi bîranîna komploya navneteweyî dest bi axaftinê kir û wiha axivî: "Ji komployê heya niha tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Armanc ew e ku  têkiliya wî û civakê ji hev qut bikin û bi demê re wî bidin jibîrkirin. Ji bo qutkirina girêdana gelê kurd û birêz Abdullah Ocalan rêbaza komplo û tecrîdê didin bikaranîn. Di pişt vê yekê de jî astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd tê. Çawa ku komplo bi têkoşîn û rabûna gelan vala hat derxistin, îro bi tecrîdê jî komployê didin berdewamkirin.”
 
‘EM HEMÛ DI TECRÎDÊ DE NE'
 
Gunay, şert û mercên grava Îmraliyê rêz kir û diyar kir ku rêberê gelan di bin tecrîda giran û bê hiqûqî de jiyana xwe dide meşandin. Gunay, got ev  tecrîd di kesayeta wî de li gelê kurd û me hemûyan tê kirin. Gunay wiha berdewam kir: “Ev tecrîd weke rêbaza rejîma AKP’ê û MHP’ê şeklê xwe girtiye. Em qala tecrîdek 23 salî dikin û rejîmek 21 salî. Ango ev tê wê wateyê ku di hemû rastkirinên sîstemê de agahî û emrê wan heye. Ev sîstem jî di hemû girtîgehan de û di welat de tê bikaranîn. Piştî hevdîtina dawî ya bi birêz Abdullah Ocalan re  di mîtînga HDP’ê ya Amedê de teqînek çêbû û bi dehan kesî jiyana xwe ji destdabûn. Piştî wê bûyerê jî li Kobanê çeteyên DAÎŞ’ê di rojekê de 200 kurd qetil kir. Rêwiyên Xeyalan jî ji bo piştgirîdayîna Kobanê hatin Pirsûsê û li wir hatin qetilkirin. Em dikarin bi sedan bûyerên bi vî rengî rêz bikin ku ev tecrîda heyî li bajaran bû dorpêçkirin û bû xwîn. Ev bûyerana şeklekî din ê tecrîdê radixe ber çavan.”
 
‘Armanca me bidawîkirina şer e’
 
Gunay, herî dawî jî got mixabin em heya niha ji van bûyerên tecrîdê dijîn ji ber ku îqtidara heyî di aliyê şer de polîtîkayên xwe dide meşandin. Gunay, bi bîr xist ku yek ji sedemên herî mezin ê ku ew li dijî tecrîdê derdikevin jî armanca wan a li dijî şer e û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin ku qetlîam, zilim û îşkence bi dawî bibin ku em dizanin bi dawîbûna tecrîdê re wê ev jiyana aram pêkane be. Di nirxandinek ya komploya 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan gotibû sedema girtina min valaderxistina planên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li dijî hêzên serdest û ji bo gelên bindest siyasetek dida meşandin. Di axaftinek xwe ya din de jî gotibû pêwîst e şert û mercên min yên azadî, tendirustî û parastinê werin pêkanîn ku ev şert û merc ji bo hemû mirovan pêwîstiyek e. Ev şert û merc ji bo hemû Rojhilata navîn derbasdar e. Ji ber van sedeman jî rawestandina li hemberî tecrîdê ji me re xwedî girîngiyek mezin e.”
 
Piştî Ebrû Gunay Parêzer Burhan Arta axivî. Piştî pirs û bersivan panel bi dawî bû. 

Sernavên din

10/10/2021
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike