Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin

  • rojane
  • 14:54 9 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê, li Amedê aqûbeta Bahrî Kaganaslan ê 28 sal in winda ye pirsîn, li Êlihê jî Veysel Atilgan ê 9 salî û 103 kesên din ên di êrişa Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. 

 
Xizmên Windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 661’emîn de faîlên kesên di bin çavan de hatin windakirin û bi cînayetên kiryarên ne diyar hatin qetilkirin, li Amedê pirsîn. Malbat û endamên ÎHD’ê di çalakiya di bin navê “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de li pêş Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê de kom bûn û wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Bahrî Kaganaslan ê di 29’ê Cotmeha 1993’yan de li Gundê Baroglû yê girêdayî navenda Amedê, piştî ji mala xwe hat revandin û dû re tu agahî jê nehatin girtin, hat pirsîn. 
 
HEWLDANA PROVAKASYONÊ
 
Di dema ku endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Nerîman Dînçkan Yilmaz, daxuyaniyê bixwîne de hewldana provakasyonê pêk hat. Ligel derdorê parkê polîsan bergirî girtibûn jî, 3 kesên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin li pêş avahiya HDP’ê rûdinin, heqaret li xizmên windayan kirin. Ev kesên ku polîsan qet mudaxileya wan nekirin, heta ku daxuyanî bi dawî bû dirûşm berz kirin, heqaret li malbata kirin û xwestin malbatan tehrîk bikin.
 
BERSIVA ‘ÎRO DEWRANA WE YE’
 
Xizmekî windayan, di wê kêliyê de bersiva “Îro dewrana we ye” da koma provakator. Dînçkan a ligel provakasyonê daxuyaniya xwe domand, diyar kir ku berî ku Bahrî Kaganaslan were windakirin, bi serdegirtina eskeran ya ser gundê wan de, bi gundiyên din re gef li wan hatiye xwarin ku bibin cerdevan. 
 
Dînçkan, da zanîn ku ev gef serpel Mîthat Gul bi xwe li gundiyan kirine û bi lêv kir ku Kaganaslan ê bi zext û gefan cerdevanî qebûl nekir, şevekê berî ku di 29’ê Cotmehê de were revandin, li deriyê wan hatiye xistin lê malbatê derî nevekiriye û tiştên qewimîn wiha vegot: “Şevekê pişt re saet dora 01.30-02.00’an de du jin û zilamek ên bi qot û mont li ber wan û çekên lûle dirêj di destê wan de bi teqsiyê diçin gund û li deriyê mala Kaganaslan didin. Kesên ku xwe weke endamên rêxistinê didin nasîn, xwarinê dixwazin û dikevin hûndirê malê. Pişt re bi gotina ‘Ji bo ku tu me ji kuçikan biparêzî heta derketina gund bi me re were’ Bahrî Kaganaslan, heta derketina gund dibin, li teqsiyê siwar dikin û dibin. Malbat ji wê rojê ve êdî tu agahiyê ji Bahrî Kaganaslan nagirin.”
 
Dînçkan, bilêv kir ku malbatê dû re bi demên cuda serî li Walitiya OHAL’ê, dozgeriya DGM’ê, Fermandariya Navendê, Fermandariya Alayê û Dozgeriya Komarê dane lê tu encam bi dest nexistine. 
 
Dînçkan, da zanîn ku îtîrafkarekî bi navê ‘Cemal’ ê ji Fermandariya Cendermeyan a Navendî ji bo Bahrî Kaganaslan ê hatiye windakirin gotiye ‘sûcê wî gelek giran e, ne pêkane ku were efûkirin’ û wiha axivî: “20 roj piştî bûyerê, malbata wî got ku yek ji cerdevanên gundê Kûşlûkbagi Nafiz Çelik, Bahrî Kaganaslan li Cendirmeyê dîtiye, ew dikare bi berdêla pereyan bibe alîkar û tîmeke 4 kes in ku  serpel Mîthat Gul jî di nav de ye. Pişt re serpel Mîthat Gul, birayê Bahrî Kaganaslan, Naîf Kaganaslan bi gotina ‘heta tu nebî cerdevan û gundî jî nekî cerdevan tu nikarî Bahrî bibînî’ gefan lê dixwe. Ligel hemû hewldanên malbatê jî Bahrî Kaganaslan careke din nayê dîtin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya deqiqeyekî bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan li Êlihê jî ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin di hefteya 498’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hatin gel hev. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de Veysel Atilgan ê 9 salî û 103 kesên din ên di sala 2015’an de li Gara Enqereyê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Rêveberê ÎHD’ê Yûnûs Bagiş daxuyanî xwend. Bagiş, diyar kir ku Veysel Atilgan di sibeya 10’ê Cotmehê de destê bavê xwe girt û ji bo aştiyê bi rê ketin û wiha got: “Dema çû, bi xwişkên xwe keniya tiliyên xwe rakirin û poz da. Cara dawîn bû ku Zelal û Fatoş birayê xwe Veysel bibînin. Bombeya xayîn ew di destê bavê wî de girt. Veyselê piçûk bêyî ku demjimêra xweya şînê tarî û zer û montê xwe yê sor ê nû, ku 10 roj berê di rojbûna xwe de stendibû, li xwe bike, ber bi dawiyê ve firiya. Ew wek ‘kevoka aştiyê’ çû Gara Trênê ya Enqereyê, lê belê wek qurbanê herî biçûk ê komkujiyê, navê wî di dilê me de ma.”
 
Bagiş, da zanîn ku bi hêvî ne wê rojên ku zarok nemirin û aşti serwer be werin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di serî de Veysel Atilgan ê 9 salî, 103 hezkiriyên aştiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em vî sûcê mirovahiyê qet ji bîr nakin, nadin ji bîr kirin.”
 

Sernavên din

10/10/2021
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike