ÎZMÎR - Di îdîanameya derbarê êrişa li dijî Rêxistinên HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz hat amadekirin de, cezayê muebata giran û 7 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Îdîanameya derbarê Onur Gencer ê di 17’ê Hezîranê de, êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetilkiribû de hat amadekirin, ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hat qebûlkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îdîanmeya amade kir. Di îdîanameyê de, derbarê kujer Onur Gencer de, cezayê muebeta giran û 7 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.