Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne

  • rojane
  • 09:05 12 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir, lê bihayê wan li gorî sala borî daketine. Hilberînerê fistiqan Ramazan Dorû, ji ber daketina bihayê fistiqan gazindên xwe anîn ziman. 

Navçeya Sîlopiya ya Şirnexê dikeve sêgoşeya başûr, rojava û bakurê Kurdistanê û Rêya Armûşê û Çemê Dîcleyê tê re derbas dibin. Deriyê Sînor ê Xabûrê jî li navçeyê ye. Ji ber vê li navçeyê debar bi bazirganiya navneteweyî û çandiniyê ye. Di hêla çandiniyê de ligel çandiniya ziwa ya mîna genim, ceh û nîskan çandiniya avî jî li navçeyê tê kirin. Bi çandiniya pembû û garis re çandiniya fistiqên erdê jî di salên dawîn de li navçeyê hatiye pêşxistin.
 
HETA KU DIGIHÎJIN TÊN AVDAN
 
Çandina fistiqan di meha nîsanê de dest pê dike û piştî 5 mehan di dawiya meha îlonê de berhevkirina wan dest pê dike û heta serê meha mijdarê didome.  Heta ku digihîjin fistiq 10-15 caran tên avdan. Bi destpêkirina berhevkirina fistiqan re em li Silopiyayê çûn gundê Basirîn ê li ber Çemê Dîcleyê û li hemberî Rojava. Li gund me li nav zeviyên Ramazan Dorû (61) pêvajoya berhevkirina fistiqan kêlî bi kêlî şopand û qeyd kir. 
 
DESTPÊKÊ JI ERDÊ TÊN RAKIRIN
 
Berhevkirina fistiqan bi makîneyan tê kirin û di pevajoyeke zehmet re tên derbaskirin. Destpêkê ji erdê tên rakirin, piştre tên bîçerkirin û selektorkirin. Ev kar ji aliyê komên ku li herêmê vî karî dikin ve li ser hev tê kirin. Yanî heman kom hem fistiqan ji erdê radike hem jî wan bîçer dike û li selektorê dixe. Heqê koman jî li ser doniman tê hesabkirin. Her wiha gihayê wan jî dibe balye û bi vî rengî tê firotin. 
 
DI NÎSANÊ DE DEST BI ÇANDINIYÊ DIKIN
 
Li ser zeviyê dema ku fistiqên wî dihatin rakirin Ramazan Dorû ji destpêkê heta dawiyê qala çandiniyê fistiqan kir. Dorû, diyar kir ku berê çandiniya pembû û garis kirine û wiha got: “Niha em bi çandiniya fistiqan debara xwe dikin. Em di meha nîsanê de dest bi çandina fistiqan dikin. Heger di mehên biharê de baran baş bibare fistiq zû çêdibin. Avdana fistiqan di meha gulanê de dest pê dike û heta meha îlonê didome. Em di dawiya îlonê de jî fistiqan berhev dikin.”
 
BIYAYÊ WAN JI 12 TL’YAN DAKETIYE 6 TL’YAN
 
Dorû, bal kişand ser bihayê fistiqan û mesrefa ku li wan dikin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Me sala borî kîloyek fistiq bi 10-12 lîreyan difirot. Lê em niha kîloya wan bi 6-7 lîreyan difiroşin. Di heman demê de gûbre û mazot jî gelek biha bûne. Sala borî bihayê gubre û mazotê jî baş bû. Par gubre 3 hezar û sed lîre bûn. Niha bûye 6 hezar lîre. Ji ber mesrefa zêde em îsal xesar dikin.”
 
PIŞTÎ HIŞK DIBIN TÊN BÎÇERKIRIN
 
Di berdewamê de Dorû, da zanîn ku hefteyeke dest bi berhevkirina fistiqan kirine û derbarê berhevkirina wan de ev agahî dan: “Em bi makineyan fistiqan radikin. Fistiqên ku makîne nikare wan rabike jî karker ji bo wan tên girtin û bi destan tên berhevkirin. Piştî ku di ser rakirina wan re 3 roj derbas dibe û hişk dibin tên bîçerkirin. Par me donima wan bi 250 TL’yan bîçer kir. Em ê îsal zêdetirî 300 TL’yan nedin.” 
 
'EM BI SER DERDIKEVIN’
 
Dorû, destnîşan kir ku heke baş lê bê nêrîn ji 100 donimî 50-60 ton fistiq tê û ev tişt gotin: “Lê em îsal bi her awayî xesar dikin. Min îsal 110 donim erd çandiye. Lê ez di zirarê de me. Em giyayê wî dikin balye û difiroşin. Lê niha pere nake. Sala borî pir baş dihat firotin. Lê îsal tu feydeya wê tune ye û em bi xesar derdikevin.. 
 
AX Û KEVIRAN JI FISTIQAN DIGIRIN
 
Piştî nav zeviyan em li ser bênderên gund bi Îsmaîl Yakti (27) ku bi komeke ferdên malbata xwe re fistiqan li selektorê dixe re hatin gelhev. Yakti, da zanîn ku ew ji bo paqijkirina fistiqan gelek zehmetiyê dikişînin û derbarê karê wan de ev tişt gotin: "Em, fistiqên ku tên berhevkirin li selektorê dixin û ax, kevir û giyayê ku di nav fistiqan de ne jê dineqînin. Di rojekê de em bi tonan fistiqan paqij dikin.”
 
SALÊ 500 TON FISTIQ LI SELEKTORÊ DIXIN
 
Di berdewamê de Yakti, bi lêv kir ku salê nêzî 500 hezar tonî fistiq paqij dikin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Me îsal heta niha dora 100-150 tonî fistiq paqij kirine. Ji ber zêdebûna mesrefê karê me îsal zehmet bûye. Me sala borî mazotê bi 4 lîreyan dikirî lê îsal em bi 7 lîreyan dikirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Kadrî Esen

Sernavên din

13/10/2021
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir