Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir

  • rojane
  • 11:29 12 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Derket holê ku li dibistaneke seretayî ya navçeya Pîranê mamosteyê bi navê D.B. 7 zarokan tacîz kiriye. Derbarê D.B. de tu kirarî nehatiye kirin û xwendekar hefteyeke ji tirsa newirin biçin dibistanê. 
 
Derket holê ku li dibistana gundê Deran ê navçeya Pîranê ya Amedê mamosteyê bi navê D.B. 7 xwendekarên keç tacîz dike. Piştî pevçûneke ku li polê derket xwendekarên kur tacîzê vegotin. Li ser vê di 4'ê cotmehê de ji bo îfade bidin 4 xwendekarên keç ên 9 salî çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê û piştre zarokan birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) a li Amedê. Li vir hat xwestin bi pedagog re îfadeyê xwendekaran bê girtin. Lê ji ber ku pedegog zilam bûye, zarokan îfade nedaye û tirsiyane. Piştî ku zarokan tiştên mamoste aniye serê wan ji malbatê xwe re vedibêjin malbatên wan giliya mamoste dikin. Rexmî giliya malbatan jî derbarê mamoste D.B. de tu kirarî nehatiye kirin û xwendekar jî hefteyeke ji tirsa naçin dibistanê. 
 
'KEÇA MIN ÊVARÊ QET NEAXIVÎ'
 
Songul K. ku keça wê ya 9 salî hatiye tacîzkirin, roja bûyerê wiha vegot: "Dema ku me bihîst hevjînê min çû dibistanê û keça min anî malê. Roja ku wê keça min îfade bidana li min nêrî û çavên wê têje girî bû. Got, 'dayê naxwazim biçim, pirsên şerm ji me dikin'. Min jî ji pirs kir ku tiştên wiha jiyaye ya na. Keça min got, 'mamosteyê wan destê xwe daye deverên wan ên taybet'. Min ji jeça xwe re got, 'em ji te bawer in, bi awayekî vekirî îfade bide'. Piştre ji bo îfadeyê weke malbat em çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê. Îfadeyên me heta êvarê berdewam kirin û 4 xwendekaran ji bo ku bi pedegog re îfadeyê wan bê girtin. birin ÇÎM'ê. Lê ji ber ku pedagog zilam bûye xwendekaran tiştekî venegotiye. Wê şevê keça min qet neaxivî."
 
'DOZGER GUH NEDA ME'
 
Di berdewamê de Songul K. da zanîn ku piştî xwendekarekî kurik bûyerê ji malbata xwe re vegotiye weke malbat careke din gilî kirine û ev tişt anîn ziman: "Piştî vegotinên zarok ku xwîna mirov sar dikin dayika wî ji bo îfadeyê wî careke din bir fermandariyê. Piştî ku îfade digirin cendirme dibêjin serî li dozgeriyê jî bidin. Lê dozger jina gilî dike guhdar nake. Tenê zarok guhdar dike û dibêje, 'Em ê navberekê zarokan li hev kom bikim îfadeyê wan bigirim'. Li ser vê em 6 kes ji bo îfadeyê çûn dozgeriyê. Lê dozger me guhdar nekir. Ji ber ku me weke mamoste xîtabî wî me biçûk xist û xwest em bi peyva dozger xîtabî wî bikin. Ez ji bo nîqaşkirina meqamê wî neçûbû wir Dayikeke dilşewat im û ji bo vegotina derdê xwe û bibim dengê keça xwe çûbûm wir. Heke keçê wan bûna wê wiha nekirine û pedegoga jin wê ji Stenbolê bianiya û îfade bigirta." 
 
HIN ZAROKÊN DIN JÎ HENE
 
Songul K. destnîşan kir ku bi zorê derdê xwe ji dozger re gotine û ev tişt got: "Du zarokên kurik jî li wir îfade dan. Îfadeyên wan hev digirtin. Parêzer got ku li gorî van îfadeyan divê mamoste ji peywirê bê avêtin û 20 sal bê cezakirin. Parêzer van îfadeyan ji dozger re bir lê dozger îfadeyan qebûl nekir û got ku wê biryara neşopandinê derbixe. Em vê qebûl nakin. Ev mamoste wê ji vir biçe lê cihê ku biçê wê hin zarokên din tacîz bike. Ev mamoste 8 sal in li vir e. Xwendekarên wî yên berê jî dibêjin ku wan tacîz kiriye. Heta niha ji tirsa negotine. Em daxwaz dikin ku ev mamoste ji peywirê bê girtin û cezayê herî giran lê bê birîn. Em naxwazin ser bûyerê bê girtin. Bila hin zarokên din neşewitin."
 
'EM DIXWAZIN BÊ GIRTIN'
 
Jina bi navê Leyla C. got ku ji ber mamoste keça wê tirsandiye li Amedê îfade nedaye û wiha got: "Keça min ditirsiya, dilerizî, tiştek nedigot. Hemû zarok heman tiştî dibêjin. Gelek tiştan aniye serê zarokên me lê dilê min dixele ku bibêjim. Keça min 9 salî ye û derûniya wê xera bûye. Hefteyeke em diçin cem rayedaran lê kes tiştekî nake. Hewl didin veşêrin. Gere ji roja destpêkê ve wî bigirtana û bavêtine hefsê. Niha xwendar piştevaniya hev dikin û bêyî ku bitirsin tiştên mamoste aniye serê wan vedibêjin. Hiqûq çi dibêje bila wê bikin. Wê piştî 20 rojan pedegoga jin bê. Em çima 20 rojan bisekinin. Em dixwazin bê girtin. 
 
PEYWIRA RAYEDARAN BI BÎRA WAN XIST
 
Dayika xwendekareke din Dîlber D. jî da zanîn ku bûyerê dereng ferq kirine û wiha axivî: "Me bawer nedikir ku mamoste tiştek wiha bike lê piştî ku keça min hat malê û min ew guhdar kir fêm kir. Her tiştî aniye serê zarokên me. Me gilî kir lê tiştek nebû. Pê re eleqedar nabin. Bila mamostetiyê neke û tiştên kirine jê re nemînin. Derûniya keça min xera bûye. Naxwaze êdî biçe dibistanê. Me eware dikin. Em vê qebûl nakin. Bila rayedara peywira xwe bikin."
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/10/2021
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir