Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin

  • rojane
  • 09:00 13 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk, diyar kir ku tevî teşhîskirinê jî cenazeyan nadin malbatên wan û got: "Testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Pişt re bêyî ku cenaze werin şûştin û wecîbeyên olî pêk werin li goristana bekêsan tên veşartin.” 

Di salên dawî de li Herêma Botanê endamên HPG’ê ku di şerên dem û cihên cuda de diqewimin de û jiyana xwe ji dest didin lê tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatan jî radestî wan nayên kirin. Cenazeyên ku bi hefteyan û mehan di nexweşxaneyê de tên sekinandin bêyî ku malbatên wan agahdar bikin, di goristana bajêr ya taxa Bahçelîevler ya bêkesan de tên veşartin. Cenazeyên ku di goristana bêkesan de tên veşartin jî bi  komî tên definkirin. Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê Serhat Kuçuk, têkîldarî pêkanînên li ser cenazeyan û zehmetiyên ku malbat dikişînin de axivî. 
 
'CENAZEYÊN KU TÊN TEŞHÎSKIRIN NADIN' 
 
Serhad Kuçuk, diyar kir ku dewlet ji bo ku ji malbatan re zehmetiyê derbixinin serî li her pêkanînan dide û wiha axivî: "Ji roja em hatine ser peywîrê ve em bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Gelek malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin, ji metrepolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê tên Şirnexê. Malbatên ku li ser medyaya tirkî û medyaya civakî dibînin ku zarokên wan di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe didin Şirnexê. Malbatên ku tên Şirnexê cenazeyên zarokên xwe nas dikin û teşhîs dikin. Lê belê cenazeyan nadin û dibêjin divê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Testa DNA’yê herî zêde di 10-15 rojan de bi encam dibe. Lê bi 6-7 mehan aşkere nabe û malbatan didin sekinandin. Dema ku testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Pişt re cenaze bêyî ku werin şuştin û wecîbeyên olî pêk bînin li goristana bekêsan vedişerin." 
 
'ÎŞKENCE LI CENAZEYAN DIKIN' 
 
Kuçuk, anî ziman ku malbat cenazeyên zarokên xwe teşhîs dikin le belê dewlet bi rêbazên cuda cenazeyên zarokên wan radestî wan nakin û wiha got: “Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernagirin, xew nakeve çavên wan û nerehetin. Di vê pêvajoya cenaze girtinê de malbat gelek êş dikişînin. Em ji malbatan re dibin alîkar. Piştî ku li ser xwîn dayinê meh derbas dibin cenazeyan didin malbatan. Lê vê carê jî malbatên ku tên cenazeyên zarokên xwe werbigirin, heta seatên dereng ên şevê tên sekinandin. Ji van malbatan re dibêjin ku bila ji bilî dayik, bav û çend kesan kesek tevlî merasîma cenaze nebe. Piştî ku dikujin jî îşkenceyê li cenazeyan dikin û nahêlin ku malbata cenazeyan li gorî daxwaza xwe defin bikin." 
 
'MALBAT LI KU BIN, BILA LI WIR SERLÊDANÊ BIKIN' 
 
Kuçuk, destnîşan kir ku ne hewce ye malbat ji bo testa DNA'yê werin Şirnexê û malbat dikarin li bajarên ku lê dimînin jî serî li nexweşxaneyan û dozgeriyê bidin û wiha axivî: “Dozgerî dibêje ku navnîşana malbatan li ku derê be bila li wir serlêdanê bikin û xwîn bidin. Lê mixabin bûyer li kîjan herêmê diqewime malbatên me tên wê derê serlêdan dikin. Ev jî malbatan diwestîne û bêzar dike. Me ev tişt bi dehan caran bi saziyên xwe re jî parve kiriye. Lê mixabin malbatên me ji riyên herî dûr ji bo xwîn dayînê tên Şirnexê. Dozgeriyê bi xwe jî çend caran ji me re gotiye, bajarên ku malbat lê dimînin dikarin serlêdan bikin. Derfetên malbatan tune ye ku ji riyên dûr bên vê derê. Ji ber wê em naxwazin ku malbatên me ji riya dûr bên vê derê û zehmiyetan bikişînin. Malbatan bêzar dikin. Dema ku mirov kesek kuşt, mirov ji xwediyê cenaze re dibêje were cenazeyê xwe bibe. Lê cenaze nadin û bi vî şiklî îşkenceyê li malbatên me dikin. Çend roj beriya niha 8 malbatên ku salek beriya niha xwîn dabûn û cenazeyên zarokên xwe wernegirtibûn hatin Şirnexê. Ji van malbatan sê malbatên me cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Lê ew malbatên din hê jî li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Kêfa wan kengî bixwazê wê demê agahiyê didin malbatan. Daxwaziya me ji rayedaran ew e ku vê zilmê li malbatên me nekin."
 
 
 
 

Sernavên din

13/10/2021
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir