Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin

img

ENQERE - Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin karker bi mobbîng, tahde û gefxwarinê re rûbirû dimînin û got: "Endamên me bi hincetên bêbinî tên îxrackirin." 

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredariyan û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel-Sen) Erdal Bozkûrt tevî heyetekê çû şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin. Heyet, Wan, Êlih, Colemêrg û Agirî jî di nav de li 8 bajaran çûn şaredariyan û guh li daxwazên xebatakaran û kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin kirin. 
 
Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, derbarê serdanên hatin kirin de axivî. 
 
Yildirimci, anî ziman ku bi tayinkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û polîtîkayên qeyûman derbe ye li hemberî hemû nirxên gel û kedkaran. 
 
Yildirimci, bibîr xist ku li bi taybetî li Wan, Mêrdîn û Amedê û deverên din hezar û 400 xebatkar hatine îexrackirin û ji sedî 80'yê dosyeyên berpêşî Komîsyona Awarte hatin kirin jî hatine redkirin. Yildirimci got: "Li şûna hevalên me yên hatin îxrackirin xizmên kesên di kdaroyên dewletê de bi cih kirine.
 
HINCETÊN ÎXRACKIRINÊ
 
Yildirimci, bal kişand ser hincetên îxrackirinê jî û got: "Li Wanê hevalek me hatiye îexrackirin û wekî hincet gotine 'du zarokên te li çiyê ne.' Dev ji bêhiqûqîtiyê berdin, belê du zarokên hevalê me hene û yyek 3 sal û nîvî û yek jî 6 salî ye. Hevalekî me jî bi hinceta 'çûye dersxaneyên FETO'yê' hatiye îxrackirin. Hevalê me ezeb e û zarokên wî tune ne. Belkî hûn yeqîn nekin, lê ev tişt hemû di qeydên dadgehan de jî hene."
 
MOBBÎNG
 
Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine bi taybetî endamên wan bi îxrackirinî sirgûn, mobbîn, teqawidbûna bi darê zorê re rû bi rû ne û got: "Li hemû deverên ku em lê çalak bûn, Bem-Bîr-Sen a girêdayî Memûr-Senê xwe birêxistin kir. Tew berî ku Bem-Bîr-Sen li herêmê bibe sendîkaya karbidest, mafên me esas nehatin girtin û peymanên giştî hatin îmzekirin. Li wan deran bi kêmbûna endamên me û destdanîna ser karbidestiyê, qeyûmê tayiî vîna gel hat kirin, tayinî me jî hat kirin." 
 
Yildirimci, bilêv kir ku bi polîtîkayên çewsîner, zext û tepisandinê li herêmê rêxistinbûyînên antî-demokratîk tên kirin û got: "Me di serdanên xwe yên herêmê de fêm kir kir gotine 'heger hûn îstifa nekin, em ê we îxrac bikin.' Burokratên qeyûm gef li endamên me xwarine û gotine 'An rûmeta we an jî nanê we. Tercîhekê bikin.' Bi taybetî li şaredariyên qeyûm taynî wan hatine kirin rêxistineke derî ehlaqê û derî qanûnî ya bi vî rengî tê kirin, 'Ez malbata te nas dikim, ez ê vekolim, ger tu derbas nebî, tu yê bê îxrackirin.'" 
 
Yildirimci, destnîşan kir ku bi çavên xwe bûne şahidê zextên li herêmê tên kirin û got: "Bi taybetî li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin, hevalên me yên xebatkar nikaribûn serê xwe rakin û ji me re bibêjin 'merheba.' Gava me behsa tuzuka xwe û sendîkaya xwe dikir û çav bi navê KESK'ê diketin, ditirsiyan. Gava em ji Şaredariya Wan û Êlihê derketin, mirov hatin cem me û gotin, 'Em bi we re ne, dilê me bi we re ye, lê hûn dibînin, lewma bi we re eleqedar nebûm.' Tiştekî tirsnak e ku ew mirov di wan şertan de tên şixulandin. Mirov nikarin bi awayekî azad rahêlin rojnameya xwe û sohbetê bikin. Li her derî tên şopandin. Li Şaredariya Wanê, min xebateke legal dikir, lê polîs ji paş de ez dişopandim û bi kamerayê dîmen digirtin. Îja hesab bikin bê mirovên li wir bi derûniyeke çawa dixebitin." 
 
Yildirimci, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a demokratîk a li hemberî polîtîkayên demokratîk bidome.
 
MA / Berna Kîşîn

Sernavên din

22/10/2021
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
13:35 Doza ‘dayê’ li MEBYA-DER’ê hat vekirin!
13:31 Doza Kobanê: Di navbera delîl û angaştan de girêdan tune ye
13:27 'Divê li navendên bajaran gera wesayîtên zirxî were qedexekirin'
13:27 Emîne Şenyaşar: Êşa min weke roja ewil nû ye
12:32 Ji Gunay hişyariya 'tezkereyê': Divê êdî muxalefet hişyar bibe
12:24 Dozger xwest ‘zarokên baş’ ên Pirtûkxaneya Umutê bombe kirin beraet bibin
12:12 Rêveberiya Xweser spasiya Katalonyayê kir
11:49 AYM’ê derbarê belavokên Newrozê de biryara binpêkirinê da
11:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan bibîne serlêdan kir
11:29 Hêceta şewitandina înfazê: Ne selihî ye
11:19 Li Îzmîrê 17 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:01 Nûrî Mehmûd: Wê vê carê ne wek Efrînê û Serêkaniyê be
11:00 Doza Helîkopterê: Amûrên rojnamegeran nehatin dayîn
10:10 KNK: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
10:04 Zaroka ku maşîneya zirxî lê qelibî xetereya mirinê ji ser xwe avêt
10:03 Bayindir: Divê muxalefet li dijî tezkereya şer helwesta xwe nîşan bide
09:07 Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
09:06 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hezar û 962 roj in didome
09:03 Peyama kuçeyê: Quşxane dê hikûmetê hilweşîne
09:02 ÎHD: Meseleya girtiyên nexweş dê bi saziyên tenduristiyê yê serbixwe çareser bibe
09:02 Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe
09:02 Dê jin komxebata şer, penaberî û keda jinê li dar bixin
09:02 KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
09:02 Çavê girtiyê nexweş kor bû
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
20/10/2021
22:39 Zarokê di bin wesayîta zirxî de ma bi giranî birîndar bû
19:51 Hat xwestin kujerê komkujiya Konyayê 7 caran bi cezayê muebeda giran bê cezakirin
19:30 Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
17:02 Ji Girtîgeha Amedê 7 girtî hatin sewqkirin
16:39 Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin
16:27 Li Kobanê SÎHA'yê bombe li wesayîtek sivîl barand
16:14 SES: Gonul Erden bi tecrîdê tê cezakirin
15:38 Ji Rojnameya Karincayê hastaga piştevaniyê
15:36 Ji bo girtiyan wê du meh çalakî werin lidarxistin
15:19 Akşener û Kiliçdaroglû li ser pergala parlamenteriyê hevdîtin kirin
14:54 Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
13:38 Li Mersînê bijîjkekî hempîşeyê xwe kuşt
12:35 Dadgehê 30 sal cezayê hepsê li Ayşe Gokkan birî
12:19 5 rojnamegerên ku nûçe dişopandin beraet kirin
12:14 Malbata Şenyaşar: Cihê yê ku komkujî kiriye ne Meclîs e
11:32 Ji bo hatina Walî têketine Elkê qedexe kirin
11:15 ‘Dibe ku girtiyê nexweş Oztel çavên xwe winda bike’
10:34 Ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar budçeyek zêde hatiye veqetandin
09:57 Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin
09:03 Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
09:03 Yîgît: Deklerasyona HDP'ê helwesta muxalefetê guherand
09:03 Şaredarê Agiriyê ji bo guherandina sendîkayê gefan li karkeran dixwe
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê di dema hevdîtinê de gardiyan li ber telefonan disekinin
09:03 Dadgehê heqê wergêra kurdî ji rojnamevan girt
09:03 Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
09:03 Rojnamevan Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe
09:03 Çêkirina rê zirarê dide herêmê
09:03 Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'AN
19/10/2021
19:43 Ciwanan pêşangeha 'Odeya Bîrê' ya Guneştekîn protesto kirin
18:12 HDP'ê serdana gundên Şirnexê kir
17:04 Lêpirsîna li ser nûçegihana me bi dozvenekirinê bi encam bû
16:50 Li Çiyayê Kato berfa salê barî
16:38 Girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatin kirin : Her şev bi ser qawîşan de digirin
16:36 Li Mêrdînê bang kirin: Em çanda kurdî bidin jiyîn
15:51 Dayika Ayşe Ozdogan a 72 salî hat binçavkirin
15:51 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bijî
15:27 Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin
14:59 Sancar: Wê dawî li şer û desthilatdariyê were anîn
14:50 Li Efrînê 3 jinên din hatin revandin
14:43 Erdogan mûçeyê xwe kir 100 hezar TL
14:42 Pirtûkeka nû ji Selîm Temo: Pûnga li Bajêr
14:35 Urkut: AKP’ê ji bo berjwendiyên xwe pêvajoyê qedand
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin