EDENE - Cenazeyê Makbûle Berktaş a di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.
Makbûle Berktaş a damezrînera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ku weke “Dayika Makbûle” dihat nasîn û jiyana xwe ji bo têkoşîna edalet û demokrasiyê bexşand, duh di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Berktaş bi merasîmeke ku Şaredarê CHP’î yê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Edeneyê, malbata Berktaş, hevalên wê û gelek nûnerên saziyan beşdar bûn de hat veşartin.
Kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn, bîranînên xwe yên bi Berktaş re parve kirin.