AMED - Di doza ku Nivîskar û Weşanger Azad Zal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin de heta 15 salan cezayê hefsê jê re hat xwestin.
Li Amedê 5'emîn danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Nivîskar û Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal (Mehmet Gungormuş) hatibû vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Zal û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Dozger, di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşker kir û xwest ku Zal heta 15 salan bi cezayê hefsê were cezakirin. Parêzerê Zal Abdullah Cager jî li dijî mutalaya dozger xwest ku kêmasiyên dosyayê werin temamkirin.
DANIŞÎN TALOQÎ 10’Ê SIBATÊ HAT KIRIN
Şandeya dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên Zal ku li emaneta edlî ne werin xwestin û dema materyal hatin bêrî ku li benda roja danişînê bisekinin, bişînin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Dadgehê xwesteka parêzerê Zal qebûl kir û danişîn taloqî 10’ê Sibata 2022’yan kir.