ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê, parastina xwe ya derbarê vekirina doza girtina xwe de pêşkêşî AYM'ê kir.
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê, parastina xwe ya pêşî ya derbarê vekirina doza girtina xwe de pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Maîş Aydin, Parêzer Dogan Erbaş, û Parlamenterê HDP'ê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de HDP'ê bi heyetekê parastina xwe ya ji 173 rûpelan pêk dihat bi klasorek zêdek re radest kir.